Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera Fermana 3yê Tebaxa 2014an, xwest hêzên navneteweyî fermanê nas bikin û hesab ji berpirsên wê bipirsin.
Di 3yê Tebaxa 2024an de DAIŞê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê komkujî pêk anî. Bi hezaran êzîdî revandin. Bi hezaran Êzidî jî ji Şengalê koçber bûn. Bi minasebeta 11emîn salvegera komkujiyê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li pêşiya Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li taxa Eşrefiyê ya Helebê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn amade bûn. Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Necah Memo daxuyanî da û got: “Fermana 3yê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî encama komploya hêzên herêmî ya bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker e. Tenê ji ber ku Êzidî sembola reseniya gelê Kurd û Kurdistanê ne, ev ferman pêk hat.”
Necah Memo anî ziman ku Êzidiyan li hemberî vê komployê xwe bi rêxistin kir û got: “Êzidiyan saziyên xwe yên demokratîk û YBŞ ava kir û Şengal ji DAIŞê rizgar kir.”
Necah Mamo banga domandina têkoşînê û xwedîderketina li ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Necah Mamo xwest ku Konseya Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên etnîk û olî erkên xwe yên mirovî û exlaqî pêk bînin.