• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê dê bibe pireke zanistî’

    ‘Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê dê bibe pireke zanistî’

    ‘Mîr Perwer êşên welatê xwe bi stranan dianî ziman’

    ‘Mîr Perwer êşên welatê xwe bi stranan dianî ziman’

    Piştî HTŞê kuştin û revandin zêde bûn

    Piştî HTŞê kuştin û revandin zêde bûn

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 22yê KANÛNA 2025an

    Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyeke bi rûmet e’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyeke bi rûmet e’ derket

    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê dê bibe pireke zanistî’

    ‘Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê dê bibe pireke zanistî’

    ‘Mîr Perwer êşên welatê xwe bi stranan dianî ziman’

    ‘Mîr Perwer êşên welatê xwe bi stranan dianî ziman’

    Piştî HTŞê kuştin û revandin zêde bûn

    Piştî HTŞê kuştin û revandin zêde bûn

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 22yê KANÛNA 2025an

    Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyeke bi rûmet e’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyeke bi rûmet e’ derket

    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

    Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê dê bibe pireke zanistî’

Racî Abî / AW

22 KANÛN 2025 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Akademîsyen Şoreş Abî ku yek ji avakarê Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê ye destnîşan kir ku ev yekitî dê di navbera Kurdistan û Rûsyayê de bibe pireke zanistî û got: “Dibe ev xebat li Rûsyayê bibe hîmê Enstituya Kurdî.”

Netew bi ziman, çand, huner, xebatên zanistî anku hemû berhemên xwe yên madî û manewî hene û hebûna neteweyî li ser van hêmayan xwe didomîne. Li rûxmî komkujî, tunehesibandin, êriş, astengî û berovajîkirina dîrok û rastiyan, Kurd weke hêmayeke girîng li Rojhilata Navîn hebûna xwe didomînin û ev bandor her roj hêj zêdetir dibe. Ji dewlemendiya çandî heya beşên zanistî, ji azadiya fikrî heya felsefeyê, Kurd pêşengtiya civak û gelên li Rojhilata Navîn dikin. Bêguman ev pêşengtî divê hêj bi rêxistinkirî û xwedî pergalî be. Bi armanca rêxistinkirina xebatên zanistî û tespîtkirina çewtiyên li ser dîrok û çanda Kurdî, di 26ê Tebaxê de nêzî 40 kurdolog, civaknas, dîroknas, lêkolîner û zanyar li Rûsyayê, Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê ava kirin.

Zimannas, akademîsyen û yek ji avakarê Yekîtiya Kurdologên Rûsyayê ye Şoreş Abî ku li Zanîngeha Moskovayê li ser ziman û siyasetnasiyê xebatên xwe didomîne, têkildarî pêwîstiya avakirin û xebatên yekitiyê ji ajansa me re axivî.

‘Yekîtiya Kurdologan dê bibe pireke zanistî’

Şoreş Abî destnîşan kir ku gelek dînamîkên Kurdnasiyê li Kurdistanê xebatên xwe didin meşandin û da zanîn ku ew weke damezrînerê Yekitiya Kurdologên Rûsyayê ji Kurdistanê ye, ji bo xebatên xwe tim çavkaniyên xwe dispêrin çavkaniyên Kurdistanî û wiha got: “Fonksiyon û erkên me dane pêşiya xwe û yên divê li Kurdistanê pêk werin cuda ne û şert û merc jî cuda ne. Li Kurdistanê ew dînamîkên (ziman, çand, dîrok, folklor, civak, lêkolîn) heyî, divê werin sîstematîzekirin û tomarkirin. Girêdayî wê parastin, pêşvebirin û belavkirina wê jî bi enstutîbûnê, bi vegerîna zanîngehan divê hebûna xwe bidomîne û mîsoger bike. Lê rastiyek heye ku li Kurdistanê şert û mercên ku pêkhatina van pêdiviyan asteng dikin li ber çavan e. Bêstatubûn, nebûna dezgehên pêwîst û astengîyên dewletê, nahêle xebatên bi vî rengî bi pêş ve biçin. Ji ber gavên tên avêtin piranî di asta şexsiyetan da dimînin, hinek hêj di qonaxa destpêkê de tên tepisandin. Yekîtiya Kurdologan a me li vê derê ava kiriye, hewl dide ew erk û fonksyona li Kurdistanê ji ber gelek sedeman pêk nayê, li derveyî welat pêk bîne û bibe pireke zanistî.”

‘Navendeke têr û tije hêj nerûniştiye’

Di berdewama axaftina xwe de Şoreş Abî anî ziman ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê enstîtu, zanîngeh û dezgeheke zanistî ya Kurdî, serbixwe, bitecrube û berhemdar nîne. Şoreş Abî bi lêv kir ku sazî û dezgehên heyî jî xwedî bingeh û arşîveke ku wek zanistî sûd jê bê girtin nîne û ev tişt gotin: “Ji ber wê her tim hem li Kurdistanê hem li derveyî Kurdistanê gelek xwendekar, akademîsyen, lêkolîner û kesayetên bi zimanê kurdî ve mijûl dibin, li qadên zanistî yên cuda hewl didin li gor derfetên xwe, bêyî piştgirî û bêyî tora danûstandinên ilmî, xebatên xwe temam bikin. Anku navendeke têr û tije ku mirov weke Kurdolojî bi nav bike û li gor pergaleke zanistî sûdê jê bigire hêj nerûniştiye.”

‘Serdest berhemên berovajîkirinê amade kirin’

Şoreş Abî bi bîr xist ku Rûsya weke zanistî ji bo Kurdnasiyê qadeke taybet e, yekem carê xebatên Kurdolojiyê di dema Rûsyaya Çarlik de hatine lêkolînkirin û gotinên xwe wiha domand: “Rûsya bi Kurdnasên weke Lerx, Orbelî, Jaba, Mînorskî, Nîkîtîn û gelekî din ji serdema Çarlikê heta hilweşîna Sovyetê ev 200 sal in xwedî ekoleke Kurdolojiyê ye. Lewma avakirina yekitîyeke bi vî rengî ji bo Rûsan ne tişteke nû ye, tişta nû tenê ew e ku ji Kurdistanê hatine û yekitîyek wisa ava kirine. Lê çi li Rûsyayê be çi li dewletên din be, heta niha pirsa Kurd û Kurdistan, tu caran bi çavê Kurdistanê nehatîye nirxandin. Her tim ji çavên dewletên serdest, li gor berjewendîyên van dewletan, derveyî Kurdistanê, bi texrîbkirina dîrokê û berovajîkirina rastiyan, berhemên ser Kurdnasiyê hatine amadekirin. Ev berovajîkirin û texrîb û herwiha veşartina rastiyê ji ziman bigire heta çandê, ji erdnigariyê bigire heta sîyasî di her warî de derketiye pêş û ev tişt bi taybetî jî texrîbat li Tirkiyeyê û rejîmên dewletên din, bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin û li gor wê jî hin encam girtine.”

‘Em çewtiyan rast dikin û pişt re belav dikin’

Şoreş Abî bi bîr xist ku ji ber gelek platformên zanistî li gorî berjewendiyên turkolog û Ereban xebat dane meşandin, ev xebatên ku wan amade kirine hatine esasgirtin. Şoreş Abî bi lêv kir ku çewtiyên hatine kirin esas hatine girtin û derbarê sererastkirina van çewtiyan de ev tişt gotin: “Wek Yekitiya Kurdnasan, yek ji erka me daye li pêş xwe, xebatên ser arşîvan û peydakirina van tehrîbatan û lêkolînkirina agahiyên rast in. Lewma sererastkirina van çewtiyan û wek meqale di sîstem û tora zanistî de tomarkirina van agahiyan me da li pêşiya xwe. Rûsya di vî warî de derfetê dide û astengiyên em li Kurdistanê rast tên, li vê derê tune ne. Ew jî karê me hêsan dike.”

‘Kolektîvîte û beralîkirin lewaz e’

Di dawiya axaftina xwe de Şoreş Abî anî ziman ku asta heyî ya Kurdan dikare pêşengtiya her tiştî bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Akademîsyenên Kurd yên serkeftî û zanyarên me li her derê cîhanê hene. Lê asta xebatên kolektîf û asta saziyên me yên vê potansiyelê rast beralî bike, rast bi kar bîne mixabin têr nake. Dema Sovyeta berê, têkilî û pêwendiyên Kurdologan, bi Kurdistanê re û bi rewşenbîrên deverên din re qut bû. Danûstandina agahiyan sînordarkirî bû lê belê niha her kes dikare bi herkesî re bikeve pêwendiyê û hevkariyê bike. Ji ber wê halê hazir yek ji sedema xebatên me, avakirina toreke danûstandina xebat û agahiyên zanistî ye. Dibe ev xebat li Rûsyayê bibe hîmê Enstituya Kurdî.”

 

Etîket: Akademîsyen Şoreş AbîYekîtiya Kurdulogên Rûsyayê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (424)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne