Wan – Îro rojbûna hosteyê sînemaya Kurdî Yilmaz Guney e. Yilmaz Guney ê ku çerxa sînemaya Tirkiyeyê guherand bi van gotinên xwe tê bîra hezkiriyên xwe: “Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû emrê xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bistirên. Em gelê ku bi mêrxasiyên xwe destan nivîsandine ne; vîn, biryardarî û şert û mercên me hene ku em hemû zehmetiyên li pêşiya xwe têk bibin. Dost û dijmin, bila her kes bizanibe ku; em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.”
Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de, li gundê Yenîce yê Edeneyê ji dayik bû. Bavê wî bi eslê xwe ji gundê Desmana Sêwregê û dayika wî ji gundê Kotê yê Mûşê ye. Ew di nav xizaniyê de mezin bû û di zarokatiya xwe de karên wekî paletî û firotina simîtan kir. Beriya sînemayê, wî çîrok dinivîsandin û ji ber çîrokeke xwe ya bi navê “3 Sal û 22 Roj” ku di sala 1961ê de jê hat darizandin cara yekem bi tawanên polîtîk re rû bi rû ma. Di sala 1958an de bi Atif Yilmaz re dest bi xebatê kir. Di vê serdemê de zêdetirî di 100 fîlman de lîst. Ji ber ku li dijî lehengên “bedew û jon” ên sînemaya klasîk a Yeşîlçamê, wî karakterê mirovê tolhildêr û bindest nîşan dida, navê Qralê Kirêt (Çîrkîn Kral) lê hat kirin.

Di salên 60î de, bi fîlmê “Hudutların Kanunu” re, berê xwe da sînemayeke realîst û civakî. Di sala 1970an de bi fîlmê “Umut” re bingeha sînemaya nûjen danî. Ev fîlm di asta navdewletî jî deng veda. Di sala 1974an de, dema fîlmê “Endîşe” amade dikir, bi tawana “kuştina” dadgerê navçeya Yumurtalikê hat girtin û 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Wî herî kêm 10 salên xwe di zindanên cuda de derbas kirin. Lê wî dev ji hunerê berneda; senaryoyên fîlmên weke, “Sürü û Düşman” nivîsandin û bi destê derhênerên din kişandin. Di sala 1981ê de, dema bi destûrê ji girtîgeha Ispartayê derket, firar kir û çû Fransayê. Di sala 1982yan de, fîlmê wî û yê Şerîf Goren yê bi navê “YOL” li Festîvala Cannesê xelata herî mezin “Palmiyeya Zêrîn” wergirt. Ev yekem car bû ku hunermendekî ji vê axê xelateke wisa mezin digirt. Li Fransayê fîlmê “Duvar” kişand ku behsa zilm û serhildana li zindanan dikir. Di 9ê Îlona 1984an de, li Parîsê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Gora wî li Goristana Père Lachaise li Parîsê ye.
Lîstikvan, derhêner, senaryonivîs û nivîskarekî Kurd e ku di dîroka sînemaya cîhanê û ya Tirkiyeyê de şopeke kûr û şoreşgerî hiştiye. Ew weke hosteyê sînemaya polîtîk û realîst a li vê axê tê qebûlkirin.

Sînemayeke civakî û rasteqîn
Yilmaz Guney sînema ji salonên Yeşilçamê yên ku tenê behsa evînên dewlemendan û jiyana xeyalî dikirin, derxist. Wî sînema bir nav ax, toz, xwêdan û heriya jiyana rastîn. Di fîlmên wî de qehreman ne mirovên bijarte ne; ew gundî ne, erebecî ne, karkerên ku ji bo nanê zikê xwe têdikoşin in. Hunera wî li ser rastiya civakî ava bûye. Ew naxwaze tiştan bi xeml û xêz nîşan bide; hejarî çawa be, wisa nîşan dide. Ji bo Guney, huner nikare ji polîtîkayê/politîkbûnê cuda be. Her fîlma wî di heman demê de rexneyeke li ser pergala civakî û aborî ye. Wî her tim têkiliya navbera serdest û bindestan nîşan dida.
Zimanekî metaforî
Bi taybetî di fîlmên weke “Sürü” de, wî hunera xwe bi kar anî da ku nîşan bide çawa pergala eşîrtiyê û feodalîteyê pêşiya pêşketina mirov û civakê digire. Her wiha ji ber ku di wê demê de zimanê Kurdî û gelek mijarên polîtîk qedexe bûn, Yılmaz Guney di hunera xwe de zimanekî sembolîk afirand . Wî bi muzîkê, bi nexşên li ser kincan, bi şêwazê sekinandina lîstikvanan û bi navên gundan, nasnameya Kurdî di nav sînemayê de parast. Mînak di fîlmê Rê de her karakterekî ku diçe destûra cejnê, metaforeke pirsgirêkeke civakî ye ku wekî tora “namûsê”, zexta leşkerî, hejarî hwd. nîşan dide.
Di hundirê çar dîwaran de cîhana derve xêz dikir
Yek ji taybetmendiyên herî mezin ên hunera wî, hêza îradeyê ye. Hunera wî nîşan dide ku sînema ne tenê bi kamerayê, lê bi hiş û ramanê tê çêkirin. Wî di hundirê çar dîwaran de cîhana derve xêz dikir û bi rêya nameyan derhênerî dikir. Ev yek di dîroka hunera cîhanê de wekî mucizeyeke hunerî tê dîtin. Hunera Yilmaz Guney wekî “Dibistanekê” ye. Îro sînemaya Kurdî ya nûjen wekî Bahman Ghobadi, Şevket Emin Korkî hwd. û sînemaya nû ya Tirkiyeyê wekî Nurî Bîlge Ceylan bi awayekî, xwe dispêrin wê bingeha ku Yilmaz Guney avêtiye.
Yilmaz Guney piraniya fîlmên xwe yên herî navdar ên weke “Sürü” û “Yol” dema ku di girtîgehên wekE Isparta, Qeyserî û Îzmîtê de girtî bû, bi rêve birin. Wî senaryo rûpel bi rûpel dinivîsandin û ji bo her dîmenekî talîmatên hûrgulî dişandin ji derhênerên wekî Şerîf Goren û Zekî Okten re. Wî di hundir de planên kamerayê xêz dikirin; ronahî dê ji ku ve were, lîstikvan dê çawa bimeşe û heta kîjan rengê kincan dê were bikaranîn, hemû ji zindanê dihatin diyarkirin.

Bi kod û metaforan sansur parçe dikir
Fîlmên wî di serdemên herî tarî yên Tirkiyeyê de bi taybetî piştî derbeya 12ê Îlonê ya 1980ê hatin kişandin. Di wê demê de bikaranîna peyva “Kurd” an jî nîşandana herêmên Kurdistanê wekî sûcê giran dihat dîtin. Yilmaz Guney bi kod û sembolan weki muzîk, cil û berg, navên gundan ev sansur parçe dikir. Dewletê ferman dabû ku negatîfên fîlmên wî werin şewitandin. Gelek fîlmên wî bi dizî, di bin kincan de an jî bi rêyên qaçax ji bo Ewropayê hatin revandin da ku winda nebin.
Filmên wî di nav dilê jiyanê de hatine çêkirin
Fîlmên wî ne di studyoyên luks de, lê di nav dilê jiyanê de hatin çêkirin. Ji bo fîlmê “Yol”, lîstikvanan di bin berfeke zêde û sermayeke dijwar de xebitîn. Ji ber kêmbûna negatîfên fîlman, mafê wan ê şaşkirinê tune bû; her dîmen diviyabû di carekê de rast bihata girtin. Di fîlmê “Sürü” de, wan keriyên pez ên rastîn û gundiyên rastîn bi kar anîn. Ev ne tenê sînema bû, di heman demê de belgekirina jiyaneke dijwar bû.
Rêwitiya filmê Yol
Yilmaz Guney piştî ku di sala 1981ê de ji girtîgehê firar kir, fîlmê “Yol” hîn neqediyabû. Wî fîlmê xwe bi xwe re bir Fransayê û li odeyên montajê yên Parîsê, di nav şertên penaberiyê û kêmderfetiyê de fîlm qedand. Tevî ku li welatê wî fîlm qedexe bû û ew wekî fîrarî dihat dîtin, wî di sala 1982yan de bi wê fîlmê Xelata herî mezin a cîhanê “Palmiyeya Zêrin” wergirt.
Çîrok û peyamên fîlmên Yilmaz Guney
Fîlmê Umut (1970) di sînemayê de weke destpêka “Realîzma Nû” tê qebûlkirin. Yilmaz Guney bi vî fîlmê dawî li serdema fîlmên xeyalî anî. Çîroka erebeciyekî hejar ê bi navê Cabbar ku piştî hespê wî dimire, bi hêviya dîtina xezîneyekê li pey sêwir û xeyalan diçe. Fîlm nîşan dide ku çawa hejarî mirovan ber bi xeyalên bêbingeh ve dibe. Ew rexneyeke giran a li ser pergala aborî û bêçaretiya mirovan e. Di vî fîlmî de kamera ne li ser qehremanekî bijarteyê, lê li ser mirovekî rastîn e.

Rexne li pergala paşverûyî dike
Fîlmê “Sürü” (1978) dema Yilmaz Guney di girtîgehê de bû nivîsandibû û ji aliyê Zeki Okten ve hatibû kişandin. Ew wekî “destana sînemaya Kurdî” tê binavkirin. Çîroka eşîreke koçer e ku keriyê pez ji çiyayên Kurdistanê dibin Enqereyê da ku bifiroşin. Di vê rêwîtiyê de hem pez û hem jî endamên eşîrê yek bi yek winda dibin. Fîlm pevçûna navbera feodalîteya kevn û modernîzma bajêr nîşan dide. Her wiha zexta li ser jinan (karakterê Şivan û Bêrîvanê) bi rengekî pirr bi êş radixe ber çavan. Ev fîlm rexneyeke giran li ser pergala eşîrtiyê ye.
Xelata herî mezin werdigire
Fîlmê “Yol” (1982) serkeftina herî mezin a Yilmaz Guney e ku di Festîvala Cannesê de xelata herî mezin a “Palmiyeya Zêrîn” wergirt. Ev fîlm di bin sîya derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de hat kişandin. Pênc girtiyên ku ji bo cejnê destûra hefteyekê digirin û vedigerin malên xwe, her yek ji wan bi pirsgirêkeke civakî re (namûs, girtîgeh, zexta leşkerî, feodalîte) rû bi rû dimîne. Filmê “Yol” nîşan dide ku ne tenê hundirê girtîgehê, lê derve jî weke zindaneke mezin e. Fîlm bi wêrekiyeke mezin behsa meseleya Kurd û zextên li ser civakê dike. Her karakterek rêwîtiyekê ber bi rastiya xwe ya kambax ve dike.
Fîlmê wî yê dawiyê: Duvar
Fîlmê “Duvar” (1983) filmê wî yê dawî ye û li Fransayê hatiye kişandinê ye. Ew li ser bingeha bûyereke rastîn a ku Guney di girtîgeha Enqereyê de dîtibû, ava bûye. Jiyana zarokên girtî û serhildana wan a li dijî şert û mercên dijmirovî, îşkence û birçîbûnê. Di vî fîlmî de “Duvar” nexşeya pergalê ye. Zarok sembola paşeroja civakê ne û zordariya li ser wan, zordariya li ser hemû gel e. Fîlm bi zimanekî pir hişk û realîst êşên giran nîşan dide, lê di dawiyê de peyama berxwedanê dide.

‘Dost û dijmin, bila her kes bizanibe em ê bi ser bikevin’
Hosteyê sînemayê nemir Yilmaz Guney wiha gotibû, “Ez ne şoreşgerekî sînemager im, ez hewl didim ku bibim sînemagerekî şoreşger.” Yilmaz Guney ê ku çerxa sînemaya Tirkiyeyê guherand jî bi van gotinên xwe tê bîra hezkiriyên xwe: “Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû emrê xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bistirên. Em gelê ku bi mêrxasiyên xwe destan nivîsandine ne; vîn, biryardarî û şert û mercên me hene ku em hemû zehmetiyên li pêşiya xwe têk bibin. Dost û dijmin, bila her kes bizanibe ku; em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.”














