Şervanên YRKê Newroza 2026an li çiyayên Kurdistanê bi pêxistina agir pîrozkirin.
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên Kurdistanê bi vêxistina agir cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de şehîdên azadiyê hatin bîranîn û peyamên ji bo azadiya gelê Kurd hatin dayîn. Di peyaman de tewezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin ku têkoşîna gelê Kurd gihiştiye qonaxeke çarenûsaz. Her wiha şervanan diyarkirin ku Kurd di vê têkoşînê de bûne xwedî ezmûn û destkeftî. Şervanan got ku di vê salê de tevî Kurd di rewşek dijwar re derbasbûn jî lê serê xwe ji dagirkeran re neçemandin û bi berxwedaniyek mezin têkoşiyan.
Şervanan agirek gur ê Newrozê pêxistin û piştre li dora agir govend gerandin û stran stirîn.













