• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Amedê: Divê berdana girtiyên 30 salî nebe mijara nîqaşê

    Baroya Amedê: Divê berdana girtiyên 30 salî nebe mijara nîqaşê

    Rejîma Îranê gefan li girtiyên Girtîgeha Merîwanê dixwe

    Rejîma Îranê gefan li girtiyên Girtîgeha Merîwanê dixwe

    Goristana gerîlayan a li Feraşînê jî hatiye rûxandin

    Goristana gerîlayan a li Feraşînê jî hatiye rûxandin

    Dizên şaredariyê hatin cezakirin

    Dizên şaredariyê hatin cezakirin

    Bi ser Komkujiya 33 Gule re 82 sal derbas bûn: Geliyê Sefo hê jî qedexe ye

    Bi ser Komkujiya 33 Gule re 82 sal derbas bûn: Geliyê Sefo hê jî qedexe ye

    Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

    Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Amedê: Divê berdana girtiyên 30 salî nebe mijara nîqaşê

    Baroya Amedê: Divê berdana girtiyên 30 salî nebe mijara nîqaşê

    Rejîma Îranê gefan li girtiyên Girtîgeha Merîwanê dixwe

    Rejîma Îranê gefan li girtiyên Girtîgeha Merîwanê dixwe

    Goristana gerîlayan a li Feraşînê jî hatiye rûxandin

    Goristana gerîlayan a li Feraşînê jî hatiye rûxandin

    Dizên şaredariyê hatin cezakirin

    Dizên şaredariyê hatin cezakirin

    Bi ser Komkujiya 33 Gule re 82 sal derbas bûn: Geliyê Sefo hê jî qedexe ye

    Bi ser Komkujiya 33 Gule re 82 sal derbas bûn: Geliyê Sefo hê jî qedexe ye

    Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

    Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

Mahmût Altintaş / AW

29 TÎRMEH 2025 - 08:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûçe dosye: Bêziman jî meriv dikare bijî lê bi ruhekî biyanî
Şirnex – Tevî ku mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê di hevpeymanên navneteweyî de weke mafekî bingehîn hatiye pejirandin jî zarokên Kurd ji vî mafî bêpar in. Zarokên ku ji mafê perwerdehiya fermî bêpar in xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî.

Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 1948an de di peymana Deklerasyona Mafê Mirovan a Gerdûnî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê weke mafekî bingehîn pejirand û Tirkiyeyê jî ev Peyman qebûl kir. Lê tevî ku Tirkiyeyê ev Peyman qebûl kiriyê jî ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî qedexe ye. Ji ber qedexeya mafê perwerdehiya zimanê kurdî, zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Li gorî zanista psîkolojiyê zimanê dayikê bîr, dîrok, hest, xewn û ruhê kes û netewan e. Lewma ferzkirina zimanekî biyanî jî xewn, hest û ruhê mirovan birîndar dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser girîngiya mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de wiha dibêje: “Heta zarokên Kurd bi zimanê dayikê perwerdehiyê nebînin, gel nikare azad bibe.”

Ji ber ku di dibistanên fermî de mafê perwerdehiya bi Kurdî hatiye astengkirin zarokên Kurd bi rêya sazî û dezgehên Kurdî perwerdehiya bi Kurdî dibînin. Yek  ji wan saziyan Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê perwerdehiya ziman û çandê bi rê ve dibe ye.

Emîne Denîz û Zeynep Denîz du xwîşk in û ji ber ku dibistan di batlanê de ne tên li komeleyê fêrî zimanê Kurdî dibin. Emîne û Zeynep Denîz li ser bandora perwerdehiya bi zimanê Tirkî axivîn û xwestin bi zimanê dayikê perwerde bibin. Hevserokê Egitîm Senê ya Şaxa Şirnexê Adnan Şenbayram jî diyar kir ku bêparmayîna perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê li ser serkeftina zarokan a dibistanê bandor dike û xwest mafê perwerdehiya fermî ya Kurdî di qanûna bingehîn de bê mîsogerkirin.

‘Li malê Kurdî li dibistanê Tirkî’

Emîne Denîz 15 salî ye û 3 meh in li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek perwerdehiya bi Kurdî dibîne. Emîne Denîz a ku niha dibistana seratayî dixwîne anî ziman ku dema wê nû dest bi dibistanê kir qet bi Tirkî nedizanî. Emîne Denîz jî weke gelek zarokên Kurd piştre Tirkî hînbûye. Emîne Denîz têkiliya xwe ya bi Tirkî re wiha dibêje: “Li malê Kurdî bû lê di dibistanê de Tirkî bû.” Emîne Denîzê destnîşan kir ku ji ber bi zimanê Tirkî nedizanibû wê di dibistanê de gelek zahmetî dîtiye û wiha qala vê yekê kir: “Dema em diçin dibistanê ji ber em bi Tirkî nedizanî nedikarî tev li perwerdehiyê bibin lê li vir ji ber ku zimanê me ye em bêhtir fam dikin û tev li perwerdehiyê dibin. Em li malê Kurdî diaxivin lê em li dibistanê bi Tirkî perwerde dibînin. Weke dibistana Tirkî em dixwazin dibistanên me yên bi Kurdî jî hebin. Em biçin dibistanên xwe bi Kurdî perwerdehiyê bibînin.”

‘Perwerdehiya bi Kurdî dixwazim’

Zeynep Denîz jî 11 salî ye û diçe pola 5an a dibistana Tirkî. Zeynep Denîz jî weke xwîşka xwe Emîne piştre hînî Tirkî bûye. Zeynep Denîzê bi lêv kir ku ew jî dixwazin dibistanên wan hebin û bi zimanê Kurdî perwerde bibînin û wiha got: “Ez ji hevalên xwe û li dibistanê Tirkî hîn bûm. Em li malê bi zimanekî din diaxivin lê li dibistanê bi zimanekî din perwerdehiyê dibînin. Ji ber wê jî ji me re zahmet bû. Lê li vir em bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Li malê jî Kurdî li vir jî Kurdî ji ber wê jî ji me re xweştir e. Ez dixwazim dibistanên me yên ku perwerdehiya Kurdî didin hebin, ez ê biçim li wir perwerdehiya Kurdî bibînim.”

‘Zarokên Kurd ji Tirkî re biyanî dimînin’

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yê Şaxa Şirnexê Adnan Şenbayram ku li Şirnexê mamostetiyê dike bi lêv kir ku zarokên Kurd bi taybetî jî yên nû dest bi dibistanê dikin ji ber ku bi zimanekî biyanî perwerdehiyê dibînin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Şenbayram destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li ser pergala yek zimanî û yek netewî perwerde tê dayîn û wiha axivî: “Weke sendika em jî daxwaza perwerdehiyeke demokratîk û mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê dikin. Ji bo vê yekê jî têdikoşin. Li Kurdistanê tevî ku zimanê gel Kurdî ye jî li dibistanan tenê bi zimanê Tirkî perwerde tê dayîn. Ez jî li bajarê Şirnexê yê Kurdan dixebitim û perwerdehiyê didim. Zarok li malê Kurdî diaxivin lê dema dest bi dibistanê dikin bi zimanê Tirkî re rûbirû dimînin. Hest, rabûn û rûniştina wan Kurdî ye lê ji carekê ve ji zimanê xwe qut dibin û bi zimanekî biyanî perwerde dibînin. Ji ber wê jî xwendekar di dibistanan de xwe biyanî hîs dikin. Ev yek jî dibe sedem ku zarokên Kurd li gorî zarokên Tirk paşve dest pê bikin. Ji ber ku destpêkê divê Tirkî hîn bibin û pişt re perwerde bibînin. Ji ber wê jî zarok bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Di peymanên navneteweyî de jî mafê zimanê dayikê weke mafekî bingehîn ê mafê mirovan hatiye pejirandin. Lê ew maf li Tirkiyeyê bi cih nayê û Kurd ji mafê perwerdehiya fermî bêpar dimînin.”

‘Divê mafê perwerdehiya bi Kurdî bê mîsogerkirin’

Adnan Şenbayram diyar kir ku bêparmayîna perwerdehiya bi zimanê dayikê ji aliyê serkêftina xwendekaran ve jî bandoreke mezin dike û di ezmûnên zanîngehan de xwendekarên Kurd zêde serkêftî nabin. Adnan Şenbayram destnîşan kir ku ev yek ne sûcê xwendekarên Kurd lê sûce pergala ku mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê qedexe kiriye ye. Adnan Şenbayram balkişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema hûn kincên ku ne aydê we be li xwe bikin weke emanet li ser wê disekine. Tirkî jî wisa li ser zarokên Kurd weke emanet disekine. Ji ber ku ne aydê wan e bi darê zorê li ser ferz kirine. Ev yek pirsgirêkeke mezin e. Ji ber wê jî em di vê pêvajoya çareseriyê de daxwaza mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî dikin. Zimanê neteweyekê nabe ku bibe zimanê hilbijartî. Divê mafê perwerdehiya fermî di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de bê mîsogerkirin û mafê Kurdan bê naskirin. Divê aştî ji çareserkirina pirsgirêka ziman dest pê bike.”

Sibê: Ziman avakirina xwebûnê ye

 

 

 

Etîket: bişaftinDibistanKurdîperwerdehîtirkîZimane Kurdi
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

28 TÎRMEH 2025
Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

26 TÎRMEH 2025
Komeleya MED-DERê dest bi atolyeyên axaftinê dike

Komeleya MED-DERê dest bi atolyeyên axaftinê dike

22 TÎRMEH 2025
‘Êrîş bêtehamuliya zimanê Kurdî ye’

‘Êrîş bêtehamuliya zimanê Kurdî ye’

17 TÎRMEH 2025
Di 15 salan de 321 êriş li dijî Kurdî pêkhatin

Di 15 salan de 321 êriş li dijî Kurdî pêkhatin

16 TÎRMEH 2025
‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

‘Barê herî mezin li ser siyasetmedaran e’

6 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (548)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne