Nivîskar û rojnameger Zeki Bedran bal kişand ser amadekariyên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku Tirkiye amadekariyên bi xwîn didomîne.
Nivîskarê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), bal kişand ser nêzîkatiya rayedarên Tirkiyeyê yên li dijî HSDê û kurdan û destnîşan kir ku Tirkiye dest ji amadekariyên bi xîn bernade. Gotara Nivîskar Zekî Bednar a bi sernavê “Tirkiye dev ji amadekariyên bixîn bernade” wiha ye:
Gelên Sûriyê û alîgirên demokrasî û aştiyê divê bizanibin ku Tirkiye bi amadekariya şerekî bi xwîn re mijûl e. Mîna ku li herêmên Dûrzî hat kirin, di bin navê ‘hêzên eşîran li dijî HSDê şer dikin’ de şerekî bêpîvan û bi xwîn tê plankirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê dibêje, ‘tişta herî girîng ew e ku HSD divê tavilê ji herêmên ku piranî lê Ereb in vekişe û ev divê gavê yekem be; ev hîn nehatiye pêkanîn. Her kes li benda çareseriya vê pirsgirêkê ye, ger neyê çareserkirin dibe ku pevçûnên pir cidî rû bidin.’
Her wiha gotina, ‘Di derbarê HSDê ji paqijkirina mîlîtanên PKK yên ji Tirkîye, Iraq an Îranê hatine de tu nexşerêyek pêşkêşî Tirkîyê nekiriye; PKK Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye û hêzek mêtînger e’ îhmal nake.
Ev gotin eşkere dike ku li hemberî gelê Kurd amadekariya êrîş û komkujiyan dikin. Qaşo li ser bingeha ‘xwişk û biratiya Kurd û Tirk’ lêgerînên wan hene; dibêjin ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Ji bo ku ev pêk were û şer, têkoşîna çekdarî bi dawî bibe, Rêber Apo gavên dîrokî avêtin; hebûna PKK û têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Lê belê ew hîn jî ji bo domkirina dagirkeriyên xwe li Sûriyê û şikandina Kurdan, PKK wekî hincetekê pêşkêş dikin. Ger PKK tuneba, tu hinceta wan ji bo derxistina şer li Sûriyê tunebû.
Divê ew bi eşkereyî bibêjin ku dijminê Kurdan in; ev jî li cîhanê nabe hinceteke ku tê pejirandin û erêkirin. Hemû xerabiyên xwe bi PKK û ‘têkoşîna li dijî terorê’ re rewa dikin.
Gotina ‘Divê HSD tavilê ji herêmên ku piraniya wan Ereb in lê vekişe’, nîşan dide ku li pey amadekariyek çawa ne. Bi provokekirina netewperestiya Ereban dixwazin Ereb û Kurdan bînin hemberî hev. Rejîma Baasê jî heman tişt dikir. Li Dêrazorê hin derdor hatin teşwîqkirin; dixwestin aloziyan derxin. Hin ji wan li ser navê Îranê mîlîstî dikirin. Hin kesên ku sûcên cuda kiribûn ji herêmê revîn û xwe spartin rejîmê.
Niha ev derdor ji aliyê dewleta Tirkiyê ve têne birêxistinkirin; HTŞ jî piştgiriyê dide. Ev komên çete û provokekirî wekî ‘eşîrên Ereb li dijî HSDê şer dikin’ têne pêşkêşkirin û ew vê yekê didomînin. Dewleta Tirkiyê bi gotina ‘Divê HSD ji herêmên Ereban vekişe’ dixwaze yekîtî û hevalbendiya Ereb û Kurdan hilweşîne. Lê belê nîvê HSDê ji Ereban pêk tê. HSD parastina herêmê û gel dike. Çima divê gelê xwe û axa xwe biterikîne?
Ji xeynî vê, HSD pejirandiye ku tevlî artêşa Sûriyê bibe û di vî warî de nîqaş didomin. Hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser, di 10ê Adarê de bi hikûmeta Şamê re peymanek îmze kirin. Li gorî vê amadekarî û nîqaşên yekbûn û hevparî hene. Hêzên mîna DYE jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewldanên xwe didomînin. Ji bo vê yekê civînek li Parîsê dihate plankirin; DYE, Fransa û Îngîltere wê tevlî biban û biban garantor. Lê belê dewleta Tirk ev asteng kir û HTŞ ji van nîqaşan vekişand. Nexwestin ku hêzên navnetewî bibin çavdêr û navbeynkar.
Naxwazin ku Kurd bibin mijara nîqaş an peymanek navneteweyî. Kurd sedsala 20’an bê statu derbas kirin; di sedsala 21’ê de jî divê wisa bimînin, ew li ser vê dixebitin. Ev bûye stratejiya dewleta Tirk a nayê guhertin. Dewleta Tirk HTŞ’ê jî teng dike û zextê lê dike. Wekî ku HTŞ’ê artêşek birêkûpêk û dewletek ava kiriye û Kurdan ev asteng kiriye, tê nîşandan. Lê belê mijara pêşîn a HTŞ’ê ne Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Di navbera wan de diyalogek heye û agirbest hatiye kirin.
Ger dewleta Tirk nebûya, HSD, Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyê dikaribûn pirsgirêkên di navbera xwe de zûtir çareser bikirina. Lê belê Tirkiye, li şûna rola navbeynkarî, bi israr rola xerabker dilîze. Hêzên mîna DYE û Fransa jî sînordar dike û asteng dike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk serê xwe bes bi PKKê ve mijûl dike û yên ku tevlî şerê li dijî DAÎŞ’ê bûne tim dike rojev. Lê belê ji piştgirî dayîna hev a Kurdan tiştekî xwezayîtir çi heye? Dibêjin ku yên ne hemwelatiyê Sûriyê ne divê ji Sûriyê derkevin. Ew bi xwe jî baş dizanin ku Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine li Sûriyê ne mayînde ne. Gelek ji wan jixwe vegeriyan; yên mayî jî ne pirsgirêk in, kesê ku dibêje em naçin tune. Rêveberiya Xweser û HSD xwe birêve dibe. Di vî warî de pirsgirêkek tune ye, yê ku pirsgirêkê diafirîne Tirkîye ye.
Li Sûriyê pirsgirêka rastîn, bi hezaran kesên ji Asya Navîn, Afganîstan û Afrîkayê ne. Piraniya wan ji DAÎŞ û El Qaîde ne û hîn jî heman zîhniyetê hildigirin. Hemû cîhan ji wan ditirse. Lê belê hikûmeta Tirk vana nayîne ziman; berevajî, dixwaze ew li Sûriyê bimînin û HTŞ xurt bikin. Tu îtîraza Tirkiyeyê tune ye ku ev çeteyên bi xwîn di rêveberiya Sûriyê de cih bigirin.
Gelên Sûriyê û alîgirên demokrasî û aştiyê divê bizanibin ku Tirkiye bi amadekariya şerekî bi xwîn re mijûl e. Mîna ku li herêmên Dûrzî hat kirin, di bin navê ‘hêzên eşîran li dijî HSD’ê şer dikin’ de şerekî bêpîvan û bi xwîn tê plankirin. Divê were zanîn ku di aloziyên herêmê de rola Tirkiyeyê ya diyarker heye













