Hate diyarkirin ku Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê, Serokê Ukraynayê û Wezîrê Karên Derve yê Enqereyê dê li ser mijarên cihê reng li Şamê bicivîn.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di çarçoveya serdaneke fermî de çû paytexta Sûriyeyê Şamê. Hate ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara û Wezre Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan dê civîneke sêalî pêk bînin.
Rojev rewşa Sûriyeyê ye
Hakan Fîdan li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî ve hate pêşwazîkirin. Ev serdan di demekê ku geşedanên leşkerî û siyasî li herêmê di lûtkeyê de ne, pêk tê. Li gorî agahiyên dê mijarên siyasî û pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê, qonaxa dawî ya entegrasyona Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya navendî ya Şamê re, gotûbêjkirina gefên li ser ewlehiya Sûriyeyê û parastina sînoran bibin rojev.
Bandora şerê Îranê û hevdîtina bi Zelensky re
Yek ji xalên herî balkêş ên vê serdanê, civîna sêalî ya di navbera Fîdan, Zelensky û Şara de ye. Di vê civînê de dê bandora şerê Îranê ya li ser Sûriyeyê, krîza li Libnanê û rewşa dawî ya şerê Ukraynayê werin nirxandin. Tê payîn ku Tirkiye di vê qonaxê de roleke navbeynkariyê ya berfirehtir bigire ser xwe.
Pispor diyar dikin ku ev hevdîtin nîşaneya avakirina hevsengiyeke nû ya siyasî ye ku tê de Tirkiye, Sûriye û Ukrayna li dijî gefên herêmî û bandora şerê Îranê li hev dicivin.













