Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Şamê bi Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara re civiya. Li aliyê din Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî tevlî civînê bûye.
Hate ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Şamê bi Serokomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara re civiya.
Zelensky li ser hesabê xwe yê Xê peyamek da û destnîşan kir ku di mijara zêdekirina ewlekarî, pêşxistina fersendên pêşketinê de bi Şamê re li hev kirine.
Her wiha Zelensky diyar kir ku rewşa heyî ya li herêmê û derfetên başkirinê rojeva civîna wan bû û bûyerên têkildarî şerê Ukrayna û Rûsyayê jî bûye rojeva wan.
Li aliyê din Serokomariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî di civînê de cih girtiye. Hate ragihandin ku alî li ser mijara pêşxistina têkiliyên dualî, zêdekirina hevkariya aboriyê bi hev re rûniştine.













