Di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên 47 rojan de 219 jê zarok 7 hezar û 5 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), rapora 47 rojên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weşand. Li gorî raporê hatiye piştrastkirin ku di xwepêşandanan de 7 hezar û 5 kes hatine kuştin. Li gorî raporê 219 zarok, 6 hezar û 506 xwepêşander û li gel 66 sivîlên ku beşdarî protestoyan nebûne hatin kuştin; 214 kes jî ji hêzên girêdayî rejîmê hatine kuştin.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku hê jî bûyerên kuştinê yên 11 hezar û 730 kesan jî tê lêkolînkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne, tevî 136 xwendekaran 53 hezar û 166 kes hatine girtin û banga îfade wergirtinê li 11 hezar û 51 kesan hatiye kirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê ji bo tepisandina xwepêşandanan û ragihandina navbera xwepêşanderan înternet birîne û SIM kartên wan bloke kirine.













