Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan bêtirî sed rojî ye ji mafên xwe yên hevdîtinê bêpar hatiye hiştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku zêdetirî sed roj in girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yên hevdîtina bi malbatê û xizmetên tenduristiyê bêpar hatiye hiştin. Her wiha hat gotin ji ber îşkenceyên giran ên fîzîkî û derûnî pirsgirêkên tendirustî yên Zeyneb Celaliyan çêbûne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan de agahiyan parve kir.
Rêxistinê eşkere kir ku zêdetirî sed roj girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji mafên xwe yê hevdîtina bi malbatê û xizmetên tenduristiyê bêpar hatiye hiştin.
Her wiha Rêxistinê diyar kir ji ber îşkenceya giran ên fîzîkî û derûnî pirsgirêkên tendirustiyê li Zeyneb Celaliyan peyda bûn e.
Zeyneb Celaliyan kî ye?
Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2008an de li Kirmaşan hat desteserkirin û bi tometa “Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda” cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guhert û kir cezayê heta hetayê.