Enqere – Zimannas û felsefevanê Holandî Mîchîel Leezberg weke zimanê dayika xwe bi zimanê Kurdî jî dizane û diaxive. Leezberg girîngiya zimanê Kurdî anî ziman û wiha got: “Kurdî xwedî kevneşopiyeke zanist û wêjeyî ye. Divê Kurd şerm nekin û bi zimanê xwe biaxivin. Kurdî zimanekî şêrîn û dewlemend e. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”
Zimannas û felsevanê Holandî Mîchîel Leezberg li Zanîngeha Amsterdamê akademîsyeniyê dike. Weke zimanê xwe yê dayikê bi Kurmancî jî diaxive. Mîchîel Leezberg têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat Enqereyê û weke axêver beşdarî Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ku ji aliyê Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ve hat lidarxistin bû.
Mîchîel Leezberg di rûniştina yekemîn a sempozyûmê de axivî û li ser girîngiya ziman rawestiya. Mîchîel Leezberg ku ji Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran mînakan da diyar kir ku argumanên dibêjin Kurdî nabe zimanê perwerdehiyê bê wate ne û got ku Kurdî xwedî bingeheke wêjeyê ya bi hezarên salan e.

Mîchîel Leezberg derbarê fêrbûna Kurdî, rewşa zimanê Kurdî û girîngiya mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Fêrbûna wî ya Kurdî
Mîchîel Leezberg anî ziman ku cara yekem dema ew di sala 1987an de hatiye Tirkiyeyê li ser Kurdî lêkolîn kiriye û wiha qala fêrbûna xwe ya bi Kurdî kir: “Wê demê ez hê xwendekar bûm. Salek şûn ve ez dîsa hatim Tirkiyeyê û min gelek Kurd nas kirin. Min bihîst ku zimanê wan qedexe ye û mirov ditirsin bi zimanê xwe biaxivin. Ev yek pirr bala min kişand. Weke xwendekarekî zimannasiyê min xwest bêtir derbarê rewşa Kurdan û zimanê Kurdî de agahiyan hîn bibim. Lê pir kêm pirtûkên ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî hebûn. Ez çûm li gundekî Kurdistanê ku niha nav nayê bîra min. Çend mehan ez li wir mam û li wir ez bi Kurdî hîn bûm. Her wiha min piştre pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zînê jî xwend û pir bandorê li ser min kir. Erê ew pirtûk ji ber ku Farisî zimanê wêjeya klasîk bû peyvên farisî jî bêtir hebûn.”
‘Kurdî xwedî kevneşopiyeke zanist û wêjeyî ye’
Mîchîel Leezberg destnîşan kir ku li gorî berê gelek pêşketin di Kurdî de pêk hatine û axaftina xwe wiha domand: “Cara yekemîn dema ez hatim Tirkiyeyê, Kurdî hê qedexe bû û pêşketin zêde tunebû. Lê niha ew qedexe heta astekê rabûye û derfetên hînkirina Kurdî zêdetir bûne. Lê Kurdî hê jî azad nîn e. Ji ber ku perwerdehiya bi Kurdî hê pêk nehatiye. Tenê weke ‘dersên hilbijartî’ tê dayîn û ew jî têr nake. Ji bo wê divê derbarê Kurdî de bêtir xebat bên kirin. Heta niha digotin Kurdî zimanekî neşaristaniyê ye û ne zimanê wêjeyê ye. Ew hemû ne rast in. Ji ber ku Kurdî xwedî kevneşopiyeke wêjeyî ya kevnar e. Wêjeya Kurdî pir dewlemend e. Helbestvanên weke Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî wêjevanê mezin in. Her wiha kevneşopiyeke zanistiya Kurdî jî heye. Di sedsala 7 û 8an de zanyarên Kurd weke Mele Yunus û gelek zanayan derbarê zanistê de bi Kurdî nivis nivisîndine. Eliter Mahî tesrîfa Kurmancî nivisî ye. Ev yekem Rêzimanê Kurdî ye û ev du sedsal kevintire e. Yanî di kevneşopiya Kurdî de ne tenê wêje di heman demê de zanist jî heye.”
Banga li Kurdan: Xwedî li zimanê xwe derkevin
Mîchîel Leezberg bi lêv kir ku ji ber Kurdî rastî tunehesibandinê hatiye Kurd hatine wê rewşe ku şerm dikin bi zimanê xwe biaxivin û got ku divê Kurd şerm nekin û bi zimanê xwe biaxivin. Mîchîel Leezberg diyar kir ku Kurdî ne zimanekî meriv jê şerme bike ye û wiha got: “Kurdî zimanekî dewlemend û şîrîn e. Ji bo wê divê Kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Divê dewleta Tirkiyeyê jî ji bo perwerdehiya Kurdî derfetan ava bike. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî mirovî ye. Hêvî dikim di demên pêş de ev derfet jî werin afirandin.”













