Enqere – Zimanzan û nivîskar Mehmet Sadik Varli anî ziman ku li bakur zimanê Kurdî di xetereyê de ye û got: “Divê em li benda dewletê nesekinin û bixwe derfetan ava bikin. Dewlet tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rêya demokratîk veke û astengiyan rake.”
Komara Tirkiyeyê li ser bingeha netew dewletê ava bûye. Yek ziman, yek netew û yek baweriyê diparêze. Ji avabûna dewletê heta îro zimanê Kurdî û zimanên din qedexe ne. Ji ber polîtikayên pişaftinê yên dewletê li Bakurê Kurdistanê rejeya axaftina bi zimanê Kurdî her ku diçe kêm dibe. Li gor raporên UNESCOyê jî zaravayê Kirmançkî di bin xetereya ji holê rabûnê de ye û zaravayê Kurmancî jî di bin xetere de ye. Bi destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd re yek jî daxwaza bingehîn ya gelê Kurd qedexe û zextên li ser zimanê Kurdî rabin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Zimanzan û nivîskar Mehmet Sadik Varli rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
Mehmet Sadik Varli bi lêv kir ku li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî li ber tunebûnê ye û got: “Li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî li ber tunebûnê ye. Rewşa ziman li bakur di xetereyê de ye. Di salên 1990î de zimanê Kurdî li Kurdistanê baştir bû. Lê di encama polîtikayên pişaftinê de bi demê re rejayê axaftina bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê her ku çû kêm bû. Dema zimanek nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman bi demê re têk diçe. Rewşa Kurdî jî wisa bû. Ji ber ku ne zimanê perwerdehiyê bû her ku çû axaftina Kurdî kêm bû. Li gundan jî edî zimanê Kurdî nayê axaftin. Hejmareke pir kêm Kurdî diaxivin. Heke wisa bidome di nav çend salan de xetereya tunebûnê heye. Heke ziman neyê parastin û nebe zimanê perwerdehiyê dê tune bibe.”
‘Divê dewlet astengiyan rake’
Mehmet Sadik Varli destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de divê dewlet astengî û zextên li ser Kurdî rake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di li dibîstanan zimanê Kurdî weke dersa hilbijartê neyê dayîn. Ev nayê qebûlkirin. Zimanê neteweyekî nabe hilbijarte. Gotineke pêşiyan heye dibêje, “Çavên deriyan xwelî li seriyan”. Divê em ne li bendê bin ku dewlet zimanê Kurdî weke derse hilbijartê bidin û em jî vê yekê kêfxweş bibin. Çareserî xilasiya zimanê Kurdî ji vê rewşe perwerdehiyê. Lê ew perwerdehî jî divê em li benda dewletê nesekinin û bixwe derfetan ava bikin. Dewlet divê rêya demokratîk veke û astengiyan dernexîne. Divê em bi xwe derfetan ava bikin. Em dikarin ziman ji mirinê xilas bikin.”
‘Divê Kurdî li her qadê be ferzkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Sadik Varli anî ziman ku di pêvajoya aştiyê de têkoşîna zimanê Kurdî bi awayekî xurtir be meşandin û wiha got: “Saziyan ziman bi pêşniyarên xwe zexte li ser siyasetê jî bikin. Pêşniyarên saziyên ziman jî divê ji aliyê siyasete ve were pêjirandin. Ew pêşniyar jî ew ê; Dema li Kurdistanê yeke/î got ez ê bibim siyasetmedar û bêm hilbijartin teqez divê Kurdî bizanibe. Heke nezanibe divê nebe. Heke wisa bibe di nava çend mehan de hemû siyasetmedar jî wê Kurdî hîn bibin. Li hemû qadan wisa. Divê Kurdî be ferz kirin. Heke plansaziyeke wisa radîkal nekeve meriyetê Kurdî ji aliyê siyasî ve pêşnakeve. Her wiha divê malbat jî taybet dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Bi vî awayî Kurdî dikarê ji mirinê xilas bibe. Wekî din em xwe dixapînin û pêşya mirina Kurdî jî nikarin bigrin. Çavê me li deryan be bêjin bila dewlet xêra xwe were ji me re dibîstanan vêbike ew nabe. Dibîstanan em ê bi xwe vêbikin.”
‘Divê dewlet pêşiyê veke û em jî ava bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Sadik Varli li ser perwerdehiya zimanê Kurdî wiha bi dawî kir: “Divê dewlet astengiyan li pêşiya zimanê Kurdî rake. Lê ev tenê têrê nake. Divê Kurd li ziman xwedî derkevin. Divê dewlet astengiyan dernexe û qedexeyan rake. Rewşa ziman tenê bi dewletê ve ne giredayiye. Mînak cuhokek avê heye. Di wê cuhokê de av diherike. Lê pêşya avê hatiyê girtin û av naherike. Ji bo wê divê hem pêşî bê vekirin û hem jî cuhoka avê bê paqijkirin. Dema kurdek li dibîstanan perwerde dît divê piştre karibe bikarê karekî bike. Divê bazara ziman jî be avakirin.”