100 girtiyên ku ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatin berdan, li Hesekê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Îro 100 girtiyên ku ji Reqa, Dêrazor, Kobanê û Qamişloyê ne ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatin berdan. Malbatên girtiyan û şêniyên Hesekê girtiyan li Çerxerêya Panorama ya bajêr pêşwazî kir. Di pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, hejmarek ji kesayetên herêmê û rûspiyên bajêr amade bûn. Hat diyarkirinê ev gavek e ji bo sivikkirina êşên malbatan e.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dîlgirtî hatin berdan û şêniyan hêvî kir ku di demên pêş de hemû dîlgirtî werin berdan û li malbatên xwe vegerin.












