• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

Esra Polat / AW

10 ADAR 2026 - 08:51
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Bi nêzikbûna cejna Newrozê re, li dikanên terziyan ji bo dirûna û kirîna cilên neteweyî jî tevgereke mezin heye. Xwediyên dirûnxaneyên cil û bergên Kurdî anîn ziman ku divê gelê Kurd di Newrozê de cilên xwe yên neteweyî li xwe bikin û qada Newrozê bixemilînin.

Cejna Newrozê ku her sal di 21ê Adarê de tê pîrozkirin, li cem dirûnxaneyan jî ji bo kirîn û çêkirina cil û bergên neteweyî jî tevgereke girîng çêdibe. Li dirûnxaneyên cil û bergên neteweyî ango Kurdî cilên wek kiras, fistan, şal û şapik tên çêkirin. Dirûnxane ji bo gihandina sîparîşên Newrozê bênavber dixebatin. Xwediyên dirûnxaneyan têkildarî amadekariyên Newrozê axivîn.

‘Em ji bo Newrozê amadekariyan dikin’

Dikandarê bi navê Yemlîxan bi bîr xist ku Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi hev re nêzîk dibin û wiha got: “Lê belê ji ber şerê li Îranê gel hinekî bi fikar e û wekî berê daxwazeke mezin tune ye. Berê Newroz gelekî xweş û geş bû. Lê niha mirov hinekî bi fikar in. Digel vê yekê jî, gelê me ji bo Newrozê amadekariyan dike. Em vî karî ji bavo û kalên xwe ve dikin, ez ji nifşê duyemîn im. Ev deh sal in ez li vê çarşiyê cil û bergên neteweyî difiroşim. Ev panzdeh sal in ez vî karî dikim. Li vir dikaneke min heye. Min ev cil û bergên neteweyî û şal û şapik ji bo firotanê anîne. Malbata me ev pêncî sal in di nav vî karî de ye; çi kiras-fistan be, çi jî şal û şapik be, em bi dehan salan e van kincên neteweyî amade dikin. Ev kar ji bo me ne tenê bazirganî ye, mîrateyeke çandî ye.”

‘Ji bo cil û bergên Kurdî daxwazek zêde heye’

Ronahî Surme ya ku dirûna cil û bergên neteweyî dike diyar kir ku ew pirr ji karê xwe hez dike û xwest gelê Kurd xwedî li çanda xwe derbikeve û wiha got: “Ez ji bajarê Îzmîrê hatime li vir. Me dikanên xwe bi van cilan xemilandine, çimkî pêşiya me Newroz e. Em dixwazin daxwazên gelê xwe pêk bînin. Em hem cilan didin kirê, hem jî difiroşin. Ev cil û bergên Kurdî ne û daxwazeke baş ji bo wan heye. Em dixwazin daxwazên gelê xwe, bi taybetî daxwazên jinan ên ji bo modelên nû, pêk bînin. Tevî hemû zehmetiyan, eleqeya gelê me ya ji bo çanda xwe me gelekî kêfxweş dike.”

‘Divê em xwedî li çanda xwe derbikevin’

Dikandar Elanur Baylan jî destnîşan kir ku xelk pirr tê û eleqeyeke mezin nîşanî cil û bergên neteweyî dide û wiha got: “Dema ku ez dibînim ew van cilan li xwe dikin, ez pir kêfxweş dibim. Bi rastî, ez van cilan zêde li xwe nakim, lê dema ez dibînim her kes li xwe dike û bi kelecan e, daxwaza min jî çêdibe ku ez li xwe bikim. Ez dixwazim gelê me cilên xwe yên herêmî û kevneşopî her tim li xwe bikin û xwedî li çanda xwe derkevin. Em bi vê çandê mezin dibin û em dixwazin berdewam be.”

Etîket: amadekariyên NewrozêCilûbergên Kurdîcilûbergên neteweyîesra polatNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (527)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne