Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk ku di pîrozbahiya Newrozê ya Bucayê de axivî û got: “Ev cejn, cejna yekîtiya li dijî yekperestiyê, cejna aştiya li dijî şer û cejna Kawayan a li dijî Dehaqan e.”
Ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Buca ya Îzmîrê ve, li cihê Bazara Çamlıkûleyê Newroz hat pîrozkirin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn û her wiha Parlamentera Îzmîrê ya DEM Partiyê Burcugul Çubuk, nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyên demokratîk jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin. Di dema pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Bucayê Kenan Alkan axivî û gel vexwend Newroza Îzmîrê ya ku wê sibê bê lidarxistin û got: “Sibê roja mezin e. Em ê heta saeta Newrozê bang li her kesê ku em dikarin xwe bigihîninê bikin da ku werin Newrozê. Newroza we hemûyan pîroz be.”
‘Kurd piştgirên aştî û wekheviyê ne’
Piştî wî endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Sabrî Gul peyivî û anî ziman ku hêzên mêtinger û dagirker dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin, di vê çarçoveyê de dîktator armanc dikin ku tesîr li ser gelan bikin. Dîsa di heman çarçoveyê de hewl didin vê rewşa heyî bi kurdan bidin qebûlkirin û got: “Kurd bi salan e li Rojhilata Navîn bênasname û bênav hatin hiştin; zimanê wan hat qedexekirin. Lê belê îro hemû dinya kurdan nas dike. Dibe ku Kurdistan bûbe çar parçe, lê bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojava, kurd bûn yek. Heger kurd bibin yek, ne mecbûrî hêzên mêtinger û dagirker in. Kurd îro riya sêyemîn ava kirine; ne mecbûr in ku hêzên mêtinger û ne jî dîktatoran qebûl bikin. Kurd wê bi hêza xwe ya cewherî û bi yekîtiya xwe jiyaneke birûmet ava bikin. Kurd ne piştgirên dagirker, mêtinger û dîktatoran in. Kurd piştgirên azadî, aştî û wekheviyê ne.”
‘Ev cejn, cejna aştiya li dijî şer e’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku ew bi xêra kesên berdêl dane û têkoşiyane îro qadan dadigirin û got: “Baş e ku ew hene, em bi saya wan dimeşin. Ez silavên xwe ji birêz Ocalanê ku li Îmraliyê ye dişînim. Li ser navê hemû girtiyên me yên di zindanan de, wekî ku Çetin Arkaş îro di Newroza Amedê de gotî; em pir kêm bûn lê bi kêmasiyên xwe em bûn pir. Em bi rêxistiniya xwe û bi yekîtiya xwe bi hêz in. Roja berxwedan û têkoşîna gelên ku hilbijartina di navbera dîktatoran û şer û êrîşkariya emperyalistan de red dikin, wê bi agirê Newrozê geş bibe û bigihîje aştî û azadiyê. Ev cejn cejna yekîtiyê û pirrengiyê ya li dijî yekperestiyê ye; ev cejn cejna aştiyê ya li dijî şer e, cejna Kawayan a li dijî Dehaqan e. Nikarin me bixapînin, nikarin me bitirsînin. Em ê wekî rûyê spî yê vê erdnîgariyê, bêyî ku di nav tu hesaban de bin, têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîn têkoşîna gel e. Beriya her tiştî têkoşîna dayikan, ya girtiyan, ya gerîla û ya şehîdan e. Newroz pîroz be!”
Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê dayikan ve hat pêxistin. Pîrozbahî bi govendên bi coş ên li dora agir û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.














