• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

    Koma Îlahiyatvanan rûyê jinekê sansur kir!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

Amed / AW

21 ADAR 2026 - 13:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Girtîgeha Îmraliyê ji Newroza Amedê re peyamek şand, cejna gel a Remezanê û Newrozê pîroz kir û wiha got: “Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin bexçeyê azadiyê ji bo hemû gelan.”

Newroza Amedê bi dirûşma “Newroza Azadiyê û Yekîtiya Demokratîk” Qada Newrozê tê pîrozkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ku 27 sal in lê tê ragirtin ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Siyasetmedar Veysî Aktaş peyam bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslan jî peyam bi Tirkî xwend.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ku Veysî Aktaş bi kurmancî xwend wiha ye:

“Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin. Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletan e; marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedanê ya li dijî zilmê ye.

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derbeya herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me weke sedema şer tên dîtin.
Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar ên li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal weke hincet hatine dîtin.

Her çiqas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr. Lê îro derfeta me heye ku çand û bawerî careke din bikarin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin bexçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin.

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan û avakirina neteweya demokratîk de zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe. Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn. Pêvajoya ku me di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekîtiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hember her cûre şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihe firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn.Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne. Newroza 2026an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.

Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike. Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin. Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

Em felsefeya ‘Jin, Jîyan, Azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî. Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekîtiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin.
Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekîtiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Eger em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekîtî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.
Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê, aştî û yekîtiyê geş bike.

Newroza 2026an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekîtiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vî ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî “Roja Nû” were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.

Abdullah OCALAN
Girtîgeha Îmraliyê
21.03.2026”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mesrûr Barzanî îro tê Tirkiyeyê

Mesrûr Barzanî îro tê Tirkiyeyê

9 GULAN 2026
Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

9 GULAN 2026
Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

9 GULAN 2026
Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

9 GULAN 2026
‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

9 GULAN 2026
Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (213)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne