Zêdetirî 150 azadîxwazên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan koma Hunergeha Welat a Rojavayê Kurdistanê û êrîşa li dijî komê şermezar kirin.
Di 27ê Îlonê de, koma Hunergeha Welat ji Rojavayê Kurdistanê di Dîdara Kurdistan ya li Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê, konsereke hunerî bi navê ‘Jiyan’ pêşkêş kiribû. Di konserê de dansa bi navê Vejîn a ku êş, azar û rizgariya jinên Êzidî, hemû jinên Kurdistan û cîhanê derdixe pêş, pêşkêş kir. Lê dansa Hunergeha Welat, ji aliyên çend kesên îslama siyasî ve rastî êrişek rêxistinkirî hat.
TEV-ÇAND têkildarî konserê ya ku Hunergeha Welat li Başûrê Kurdistanê pêşkêşkiribû di 5ê cotmehê de daxuyanî da. TEV-ÇANDê di daxuyaniyê de gotibû “Êrişa ku pêk hat, ji aliyê kesên ku em wan wek piştevanê DAIŞê pênase dikin ve bû, xwesteka wan çewisandina nasnameya Kurdî ye. Di xeta jina azad de hunera Kurdî pêşxistin xebata herî pîroz û hêja ye.”
Li dijî vê êrişa dibin zihniyeta îslama siyasî de li dijî Hunergeha Welat hatî pêkanîn, zêdetirî 150 kesayet û azadîxwazên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya xwe ji bo koma Hunergeha Welat nîşan dan. 150 kesayetan destnîşan kirin ku lêkolînên zanistî û nûjeniya hunerî li Herêma Kurdistanê di bin gefê de ne û êrîş şermezar kirin. Kesayetên azadîxwaz piştgiriya xwe ya koma Hunergeha welat anîn ziman.