Amed – Li Amedê her ku diçe hewa qirêjî dibe. Hevserokê Odeya Endezyarên Hawîrdorê ya Amedê Resul Lîder diyar kir ku li Amedê her ku diçe hejmara erebeyan zêde dibe, ev jî hewayê qirej dike û got: “Her sal nêzî 7 milyon kes ji sedema qirêjiya hewayê jiyana xwe dest didin.”
Li Amedê ji ber egzoza wesayîtan, sîteyên pîşesaziyê û gazên jehrî her ku diçe hewa qirêjî dibe. Li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2024an de li Amedê 171 hezar 418 wesayît hebûn. Ev hejmar heta meha Cotmeha 2025an bû 184 hezar 497 wesayît. Li Amedê her ku diçe hejmara erebeyan zêde dibe. Zêdebûna erebeyan bandorek neyînî li ser xwezayê û jiyana mirovan û sewalan dike. Ji ber ku gazên jehrî ya ji egzozan derdikeve hem xwezayê him jî mirovan jehrî dike û hewayê qirêj dike. Gazên jehrî ku ber egzozên wesayîtan belav dibe, dibe sedema ku mirov bi pirsgirêkên cuda yên nexweşiyê re rû bi rû bimînin. Herî wiha zêdebûna wesayîtan trafîkê jî dixetimîne û dem bi deman zehmetî di çûnehatê de pêk tê.

Hevserokê Odeya Endezyarên Hawîrdorê ya Şaxa Amedê Resul Lîder têkildarî bandora zêdebûna erebeyan ya li ser mirov û xwezayê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Qirêjiya hewayê bandorek neyînî li ser mirovan dike’
Resul Lîder diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên qirêjiya hewayê gazên egzozê ne û wiha got: “Ev qirêjî ne tenê bandorê li ser tenduristiya mirovan dike, di heman demê de bandorê li hemû zindiyan û ekosîstemê jî dike. Hejmara wesayîtên motorî li Amedê her ku diçe zêde dibe. Gazên egzozê karbondîoksîtê (CO²) û oksîtên nîtrojenê (NO) derdixe. Ev gaz jî di nava atmosferê de rewşa hewayê xera dike û germahiyê zêde dike. Qirêjiya hewayê bandorek neyînî li ser zarokan, kal, pîr û kesên bi nexweşiyên kronîk dijîn dike. Ji ber van gazên bi jehrî nexweşiyên wek serêş, şewitandina çavan, westandin û pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê yên demdirêj li mirovan peyda dibin. Zêbebûna wesayîtan mirovan û xwezayê nexweş dike.”
‘Her sal nêzî 7 mîlyon kes jiyana xwe dest didin’
Resul Lîder destnîşan kir ku gazên egzozê jehrên wekî karbonmonoksît, hîdrokarbon, sulfur dioksît derdixin û got: “Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), her sal nêzî 7 mîlyon kes bi sedema qirêjiya hewayê jiyana xwe dest didin. Gazên egzozê bandorek neyînî li ser ajalan-sewalan jî dike. Ax û av jî qirêjî dibe. Hejmara zêde ya wesayîtan li Amedê ne tenê pirsgirêkek veguhastinê ye, di heman demê de dibe sedema ku xweza xera bibe û pirsgirêkek civakî ye. Qirêjiya hewayê hem tenduristiya mirovan û hem jî ekosîstemê tehdît dike. Ji ber vê yekê, şaredarî û saziyên dewletê divê polîtîkayên veguhastinê yên xwezayî pêk bînin. Şaredarî û saziyên dewletê ji bo parastina jiyana ekolojîk girîng in. Zêdekirina projeyên çandina daran divê pêk were.”













