• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 29ê ADARA 2026an

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana Kobanê bû dîrok

Amed / AW

1 MIJDAR 2025 - 16:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan hate kirin, derîyek din ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî vekir.”

Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê devera Dortyolê ya li navçeya Rezana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê Pîroz be” hat vekirin. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk û nûnerên saziyan beşdarê daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakut, Tirkiya daxuyaniyê jî Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) a Amedê Abbas Şahîn xwend.

‘Berxwedan Kobanê ya destanî 134 rojan hate nîşandan’

Hevseroka DBPê Rûçem Vefa Elyakut 1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê pîroz kir û dîyar kir ku berxwedana Kobanê bû ye wek mîrateya têkoşîna hevpar a hemû cîhanê ye û rûpelên dîrokê de cîh girtiye û got: “Ji ber tam 11 sal berê, li hember êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, berxwedaneke destanî ya 134 rojan hate nîşandan, bi piştgiriya enternasyonal a şoreşgerên ji çar aliyên cîhanê hatin, berxwedana Kobanê bi ser ket û wek diyarî ji hemû gelên cîhanê re hate pêşkêşkirin. Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan hate kirin, derîyek din ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî vekir. Tam jî ji ber vê yekê, gelên cîhanê bi bangewaziya xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û rêxistinên girseyî yên demokratîk, 1ê Mijdarê 2014 Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê îlan kirin. Bi vî awayî, berxwedana Kobanê wek mîrateya têkoşîna hevpar a hemû cîhanê, di rûpelên herî ronak ên dîrokê de cihê xwe girt.”

‘Pêşengên siyaseta demokratîk dîlgirtî ne’

Rûçem Vefa Elyakutê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aqilê tarî yê DAIŞê, dijminatiya li hember jinan, îradeya jiyana hevpar a gelan, baweriyên cuda, îro jî li Rojhilata Navîn bi navên din û bi destên din hewl dide hebûna xwe bidomîne. Li Sûriyê êrîşên li hember bawerî û nasnameyan ên li ser Kurd, Elewî û Dûrziyan têne kirin, nîşana vê ye. Ev êrîşên bi piştgiriya hêzên kapîtalîst têne kirin, dixwazin gelên Rojhilata Navîn li hember hev derxin, baweriyan li hember hev bidin rûniştandin û xewnên xwe yên emperyal bi cih bînin. Berxwedana Kobanê ya ku haveynê Şoreşa Rojava ava dike, îro jî li hember van êrîşan, bûye hêviya hemû gel û jinan ên ku têkoşîna azadî û wekheviyê didin.Dema ku hemû gelên cîhanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞê yên li ser Kobanê dengê xwe bilind kirin, îro li erdnîgariya ku em tê de dijîn, îradeyên pêşeng ên siyaseta demokratîk ên ku berxwe dan, hîn jî di girtîgehan de wek rehîn têne girtin. Parastina Kobanê, li hember sûcên li hember mirovahiyê rawestin e. Parastina Kobanê, li hember siyaseta yekperest, zayendperest, mezhebperest û mîlîtarîst, parastina jiyana cuda cuda ye.Tam jî ji ber vê yekê, ji ber ku berxwedana Kobanê diparêzin, îro Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku di pêş de ne, hemû girtiyên Kobanê divê bên berdan û rê li pêş siyaseta demokratîk were vekirin.”

‘Dewlet divê guhertinên hiqûqî û yasayî yên li ser milê xwe pêk bîne’

Rûçem Vefa Elyakut bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mafê Hêviyê divê bê pêkanîn û wiha got: “Bi rastî jî, bi bangewaziya Birêz Ocalan a 27ê Sibatê dest pê kir û bi biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd ji axa Tirkiyê ya di 26ê Cotmeha 2025an de berdewam e, rihê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev yek pêwîst dike. Ji bo pêvajo zûtir bi rê ve biçe, rê li pêşiya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî were vekirin, ev biryara vekişînê ya xwedî girîngiya dîrokî û jiyanî, careke din dilsozî, baweriya bi aştî û çareseriya demokratîk derxist holê. Her çiqas gavên girîng ji bo bingeha sazî û hiqûqî ya pêvajoyê hatibin avêtin; di Meclîsê de bi beşdariya hemû partiyan Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê hate avakirin, îradeyeke ku bingeha siyasî ya aştiya civakî xurt dike hate nîşandan, lêbelê ku komîsyon heta niha bi muzakerekarê sereke yê pêvajoyê Birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye, ji aliyê gelê Kurd û gelên din ve nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; Birêz Abdullah Ocalan divê bi hemû beşên civakê re nîqaşên pêvajoyê bimeşîne, bi guhertinên hiqûqî yên ku azadiya wî ya fizîkî pêk bîne, bigihîje. Dewlet divê guhertinên hiqûqî û yasayî yên li ser milê xwe pêk bîne. Di vê wateyê de, serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ya gelê Kurd e; ya hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtî ya hemû gelên herêmê ye.Îro di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, bawerî û hêviya gelên me ya bi aştî, têkoşîna ku em bi dehsalan dimeşînin, ji serketina Kobanê hêzê digirin. Berxwedana Kobanê perdeya tarî ya ku hêzên yekperest, mezhebperest û mîlîtarîst dixwazin biafirînin, diqetîne û riya gelan ronî dike. Ev berxwedan di heman demê de ji hemû gelên cîhanê re bû rêya piştgiriya enternasyonalîst, têkoşîna yekbûyî ya jinan û ji hemû civakê re bû hêvî.”

 

Etîket: 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya CîhanêKobanêPlatforma Saziyên Demokratîk a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

16 ADAR 2026
Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

16 ADAR 2026

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş peyam şand kongreya MXDŞê: Xweparastina Êzidiyan çandî, siyasî û civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1091)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne