• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

    Li Elbakê û Şaxê agirê Newrozê hilbû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

1ê Sibatê weke ‘Roja Rojava ya Cîhanê’ hate ragihandin

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 23:29
Kategorî: MANŞET
A A
Nûnerên partî û saziyên Kurd, bi rojeva Rojava li paytext Brukselê hatin bal hev. Di civînê de biryara lezkirina xebatên dîplomatîk di qada navneteweyî de hate dayîn û 1ê Sibata 2026an wek roja piştgiriya bi Rojava re ya cîhanî hate ragihandin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 30 nûnerên partî û saziyan, bi rojeva Rojava li Brukselê civiyan. Civîn li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk hat.

Di civînê de biryara lidarxistina konferansek navneteweyî li Ewropayê hat dayîn. Hat xwestin ku 1ê Sibata 2026an bibe roja piştgiriya bi Rojava re û li seranserê cîhanê meşên girseyî werin lidarxistin. Her wiha hat biryarkirin ku di bin banê KNKê de û bi beşdariya hemû nûnerên partiyan, komîteyeke dîplomasiyê were avakirin.

‘Li ser Kurdan planên mezin ên navneteweyî hene’

Hevserokê KNKê Ahmet Karamus di axaftina vekirinê de bal kişand ser ku wek gel ew di pêvajoyeke krîtîk de ne û wiha got: “Niha li ser destkeftiyên Kurdan planên mezin ên navneteweyî hene. Ev plan tenê bi Rojava re sînordar nîn in; planek e ku hemû Kurdistanê digire nav xwe. Li Rojhilata Navîn demaveke nû dest pê kiriye. Pêşbîniyên ku berê hatibûn kirin serûbin bûn. Jiberên kevin xera bûn. Pêwîst e em jî vê yekê bibînin.”

‘Divê hemû xebat li ser parastina destkeftiyan be’

Karamus bal kişand ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan jî û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk bi piştevaniya dewletên navneteweyî û bi taybetî bi hêzên Şamê re, ji bo ji navbirina destkeftiyên Kurdan di nav hewildanekê de ye. Armanca dijminên me ew e ku li her çar parçeyan destkeftiyên Kurdan tune bikin û ji holê rakin. Ji bo vê xetereyeke mezin heye. Lewma divê em wek hemû partiyên Kurd îdeolojî û nêrînên partîvaniyê bidin aliyekî û bi perspektîfeke nû ya ku berjewendiyên gelê me esas digire nêzî mijarê bibin. Divê hemû xebat û hewildana me parastina nirx û destkeftiyên gelê me be.”

Karamus anî ziman ku li dijî êrişên pêk tên di nav gelê Kurd de ruhekî mezin ê yekbûnê derketiye holê û got: “Wek gel em bi hêvî ne. Ji ber ku gelê Kurd di nav yekîtiya ruh de ye û li dijî êrîşan bertekên cidî nîşan dide. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bersivê bidin daxwazên gel, yekîtiya xwe ava bikin û li dijî vê yekê rawestin.”

‘Divê em li dijî êrişan bibin yek’

Li ser navê Tevgera GORAN jî Mîran Salih axivî. Salih diyar kir ku ewlehiya Rojava û pergala wê, ewlehiya hemû Sûriyeyê ye û wiha got: “Êriş, êrişeke li ser herêmê ye. Li dijî mafên gelê me ye. Divê bi tundî li dijî vê were rawestin. Li Ewropayê bertekeke cidî ya gel heye, hinekî jî xebatên dîplomatîk hene. Lê ev têrê nake. Bi taybetî divê em raya giştî û medyaya Ewropayê di vê mijarê de hestiyar bikin.”

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê Hikmet Serbilind jî diyar kir ku dewleta Tirk li pişt êrîşên li ser Rojava ye û got: “Rejîmên Rojhilata Navîn dixwazin Kurdan bifetisînin. Welatên Misilman di vê mijarê de bêdeng in, mîna ku tiştên diqewimin dipejirînin. Pêwîst e em van bibînin. Wek gel, divê em li dijî çete û rejîmên dîktator parastina xwe ya rewa bikin.”

Nûnerê Rêxistina Rojava Xwebûn Evdilbaqî Yusif jî diyar kir ku îro roja yekîtiya li dijî êrîşan e û got: “Divê em hemû bi hev re wek yek deng li ber xwe bidin.”

Li ser navê Tevgera Azadî-Rojava Şêx Ehmed axivî û anî ziman ku wek gel yekîtî hatiye avakirin lê di navbera partiyan de belavbûnek heye; wî daxwaz kir ku rêveberiya Rojava tiştên diqewimin bi partiyan re parve bike. Li ser navê Komala Hizba Komûnîst Ehmet Salihî banga hestiyariyê kir, li ser navê Partiya Çep Mehmud Rojava jî destnîşan kir ku ji bo Kurdan roja yekîtiyê ye. Nûnerê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Bavê Narîn jî tekez kir ku divê hemû partî li her derê cîhanê ji bo Rojava bixebitin.

Pêwîste giraniyê bidin dîplomasiyê

Dîplomatê berê Wurya Qeredaxî jî di civînê de bal kişand ser xebatên dîplomatîk ên Kurdan di qada navneteweyî de û ev hişyarî da: “Gelê me li çar parçeyan û li gelek navendên cîhanê li ser piyan e û çalakiyan dike. Ji bo Rojava dengekî bilind derdixe. Di nav Kurdan de hestiyariya yekîtiyê ava bûye. Ev tiştên erênî û xweşik in lê kêm in. Xebatên me yên dîplomatîk li nezdî dewletan û bi taybetî li NYyê kêm in. Ji bo em van kêmasiyan ji holê rakin divê em xebatên dîplomatîk bilez bikin. Ji bo vê divê em hemû derfetên xwe seferber bikin. BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DI NAV HEDEFÊ DE YE

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar jî bal kişand ser parastina Rojava û wiha got: “Heke em îro Rojava neparêzin, wê sibê an roja din dor bê ser Başûrê Kurdistanê. Pêwîst e em vê bibînin.

Şoreşa Rojava li cîhanê deng veda

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di axaftina xwe de diyar kir ku li ser Rojava planeke navneteweyî heye û wiha berdewam kir:“Armanc û plan ew e ku di navbera gel û baweriyên herêmê de şerekî bidin destpêkirin. Dixwazin herêmê bikin dojehê. Li vir Kurd dê zirarek mezin bibînin. Lewma divê em bibin yek deng. Gelê me vê diqîre, divê em jî bibin dengê wan. Şoreşa Rojava li cîhanê dengekî mezin veda û sempatiyek mezin ava kir. Tenê armanca me ew e ku em vê hîn zêdetir belav bikin.

Li dijî Kurdan biryara Enfalê hatiye girtin. Piştî Iraqê, dixwazin ya duyemîn li Sûriyeyê pêk bînin. Ev biryar ne li Şamê, li Parîsê hatiye girtin. Werin em binêrin ka em ê çawa vê bi ser bixin.”

‘Îro Rojava sibê Rojhilat e’

Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) Baha Îbrahîmî axivî û ragihand ku wek partî ew li gel gelê Rojava ne: “Wek partî em li gel gelê xwe yê Rojava ne. Em ne tenê piştgir in, di her warî de alî ne. Çi erk bikeve ser milê partiya me, em amade ne. Îro Rojava ye, sibê Rojhilat e. Ji bo me ferq nake. Divê em li dijî van êrîşan bibin yek deng.”

Li ser navê PYDê Mizgîn Ehmed jî anî ziman ku parastina Rojava parastina Kurdistanê ye û got: “Li kolanan, di dîplomasiyê de, li kuderê be bila bibe, divê em bi yek dengî û bi hestiyarî destkeftiyên Kurdan biparêzin. Heke em bibin yek, tenê wê çaxê şansê me yê serkeftinê heye.” Mizgîn Ehmed bang li her kesî kir ku li dora Rojava bibin yek.

Li ser navê YNKê jî Şêx Şemal bertekeke tund nîşanî êrîşên li ser Rojava da û got: “Hikûmeta demkî ya Şamê li ser gelê me terorê dimeşîne. Dixwazin destkeftiyên ku gelê me bi dest xistine ji holê rakin. Divê em li dijî vê derkevin. Îro li Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Bakurê Kurdistanê gelê me li ser piyan e. Divê em jî bibin bersiva gelê xwe.”

Hate ragihandin ku biryarên bi yekdengî hatine girtin û deklerasyona encamê dê pişt re were weşandin.

Etîket: 1ê SibatêragihandRoja Rojava ya Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sibe li Hesekê, du sibe li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Sibe li Hesekê, du sibe li Qamişloyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

1 SIBAT 2026
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

31 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser bang li hezên garantor kir ku erkên xwe bi cih bînin

Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand

18 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (539)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne