Li navçeya Rezanê ya Amedê, zaroka 16 salî Betul Kurt du roj in winda ye û agahî jê nayê girtin.
Zaroka 16 salî Betul Kurt, du roj in li navçeya Rezanê ya Amedê winda ye. Li gorî agahiyên ku malbatê parve kirin, Betul Kurt ji bo çûyîna bazarê ji malê derketiye, mifteyek bi xwe re biriye û ji wê demê ve winda bûye. Malbata Betul Kurtê diyar kir ku dibe keça wan hatibe revandin.