• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê 2 ciwan hatin girtin

    Li Stenbolê 2 ciwan hatin girtin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

    ‘Divê Wezîrê Perwerdeyê îstifaya xwe bide’

    ‘Divê Wezîrê Perwerdeyê îstifaya xwe bide’

    Di doza Gulistan Dokû de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Di doza Gulistan Dokû de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Parêzgarê Hesekê şandeya NYê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya NYê pêşwazî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê 2 ciwan hatin girtin

    Li Stenbolê 2 ciwan hatin girtin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Xeyalên 33 rêwiyên xeyalan nîvco namînin

    ‘Divê Wezîrê Perwerdeyê îstifaya xwe bide’

    ‘Divê Wezîrê Perwerdeyê îstifaya xwe bide’

    Di doza Gulistan Dokû de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Di doza Gulistan Dokû de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin

    Parêzgarê Hesekê şandeya NYê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya NYê pêşwazî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

Omer Demîr / AW

5 ADAR 2026 - 09:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
8ê Adarê bi têkoşîna ji bo heqdestê hevpar a jinan li fabrîkayeke New Yorkê ku gelek jin di wê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, tê bîranîn. Li Kurdistanê jî 8ê Adarê, bi têkoşîna ji bo azadiya jina Kurd hatiye dayîn tê bîranîn. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, ji 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê bûn.

 

Li New Yorkê jinên karker ên li tekstîlê ku ji bo mafê heqdestê xwe yê wekhev li ber xwe dan û di 8ê Adara 1857an de hatin qetilkirin. 8ê Adarê di 2yemîn Enternasyonalê de weke roja jinên kedkar hat îlankirin. Li Kurdistanê jî 8ê Adarê her tim bi bîranîna jinên têkoşer re derbas bûn. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî ji wan pêşengan bûn. Her sê jî ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd têkoşiyan û di 4ê Çileya 2016an de ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin kuştin.

8ê Adarê li cîhanê bi têkoşîna ji bo heqdestê hevpar a jinên li fabrîkayeke New Yorkê, ku gelek jin hatin qetilkirin, tê bîranîn. Li Kurdistanê jî 8ê Adarê ji bo jinan bû dîroka têkoşînê. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar 3 jinên ji van têkoşeran in. Her sê têkoşer ji bo azadiya jinên Kurd têkoşiyan û di 4ê Çileya 2016an de ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina dervê hat ragihandin û 37 rojan berdewam kir. Di 4ê Çileya 2016an de endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di êrîşa leşkerên Tirkiyeyê de hatin kuştin. Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar di 12ê Çileya 2016an de li Şirnexê spartin axê.

Êrişên li ser Kobanê bandor li ser kir

Pakîze Nayir di sala 1990an de li Gundê Ziristan ê Silopiyayê hate dinê. Bi salan li gelek bajarên cuda wekî karkera demsalî ya çandiniyê xebitî. Piştre vegeriya welat û ji xwe re dikana kuaforê vekir. Dema ku DAIŞê êrişî Kobanê kir Pakîze Nayir gelek ji vê yekê bandor bû. Piştî êrişên DAIŞê bi awayekî çalak di nava xebatan de cih girt. Di xebatan de xwedîderketina Pakîze Nayirê ya Kurdî li pêş bû. Di 29ê Cotmeha 2015an de di vekirina dibistina Kurdî de gotibû ku “Dijmin nehiştiye em bi zimanê xwe perwedehiyê bibinîn. Lê piştî Rêveberiya Xwerser hat îlankirin em bi felsefeya Rêber Apo re dibêjin zimanê me hebûna me ye.” Piştî demekî Pakîze Nayir wekî Hevseroka Meclisa Gel hate hilbijartin.

Gotinên dawî yê Pakîze Nayirê

Pakîze Nayir berî ku jiyana xwe ji dest bide tev li televîzyonê bibû û gotibû: “Şer li ser gelê Botanê ferz dikin. Îro ji bo me deng neyê derxistin, dê sibe dereng be. Ez bang eqilê dewletê dikim. Aqilê xwe bigire serê xwe. Xweparastin mafê me yê herî rewa ye û em dev jê bernadin. Di hiqûq, qanûn û baweriyê de cihê êrişên wiha hovane tune ye. Ez bang li cihê ku dengê min diçe dikim qîrîna me bihisîn, dê sibe dereng bibe. Bawer bikin ku Botan serbikeve dê tevahî mirovahî jî serbikeve.”

Dayik û bavê Pakîze li ser şopa wê ne

Bavê Pakîze Nayirê Fetah Nayir di sala 4ê Gulana 2025an de jiyana xwe ji dest da. Fetah Nayir li ser şopa keça xwe heta kêliya dawiya emrê xwe tev li xebatan bû. Dayika Pakîze Nayirê Behiye Nayir ji li ser şopa keça xwe dimeşe û dibêje: “Heta kujerên keça min bên cezakirin, em ê şopdarê doza wan bin. Kujerên wan nehatin cezakirin. Heta edalet pêk were em ê li pey doza xwe bin. Divê kujerên zarokên me bên dîtin û cezakirin.”

Di 12 saliya xwe de tevlî têkoşîne bû

Fatma Uyar di sala 28ê Tebaxa 1988an de li Gundê Dihokê ya Şirnexê hate dinê. Di pola 5an de dev ji dibistanê berda. Di salên 2000an de bi 12 saliya xwe ve tevlî têkoşîne bû. Di sala 2009an de hat girtin û 5 sal û 3 meh girtî ma. Di heman demê de bavê vê jî hat girtin û bi bavê xwe re di heman girtîgehê de hat ragirtin. Di girtîgehê de herdem alîkarî ji hevrêyên xwe re kir. Çi ji destê wê dihat pêk dianî û her li gel hevrêyên xwe bû. Di sala 2015an de li Girtîgeha Merdînê de bi 60 rojan tev li çalakiya birçibûnê bû. Piştî ji girtîgehê derket li qadên Serhad û Botanê xebat meşand. Berî ku jiyana xwe ji dest bide di Kongreya Jinên Azad de xebatên xwe dimeşand.

Di sirgûnê de jî ji çand û nasnameya xwe dûr neket

Sêvê Demîr li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayîk bû û ew jî wek gelek malbatên Kurd di salên 1990î de bi malbata xwe re koçî Amedê dike û ji vir jî diçin Manîsayê. Tevî ku Sêvê ji welatê xwe dûr dikeve jî ji çand û nasnameya xwe dûr nakeve. Sêvê bi têgihiştina pirsgirêka Kurd re di nava xebatên rêxistinî de cih digire. Di nava Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih digire. Navberekê di nava xebatên çapemeniyê de jî cih digire û piştre di nav xebatên jinan de cih digire. Di nav Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de xebatan dimeşîne. Sêvê Demîr ji dayika xwe re gotiye ‘Ez vî yekê nekim, ew neke, dê kî bike? Heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin’ û heta roja ku hate kuştin, jî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurd paş de gav neavêt.

‘Em bi şehadeta wê gelekî serbilind in’

Dayika Sêvê Demîrê, Sakîne Demîr derbarê têkoşîna keça xwe de dibêje ku Sêvê ji 6 saliya xwe ve têkoşîna gelê Kurd nas kiriye û zanibûye ku dozeke Kurdan heye û wiha gotibû: “Sêvê xebatkareke vî gelî bû, heta dema şehadeta xwe li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derket. Sêvê gelek ji bo têkoşîna azadiyê dixebitî û em bi şehadeta wê gelekî serbilind in. Tişta ku vê dewletê aniye serê gelê Kurd, tu kes naîne serê tu kesî. Keviran jî ew dert hilnedigirtin, lê Kurdan ew dert hilgirtin, li ber rabûn û ew bar rakirin. Heta dilopek xwînê di laşê me de hebe, em ê li pey doza zarokên xwe bin.”

Etîket: 8ê AdareCizîrFatma UyarJinPakize NayirSêvê Demîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

19 NÎSAN 2026
Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

18 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

15 NÎSAN 2026
Jinên Dêrsimê daxwaza darizandina Waliyê berê Soyel kir

Jinên Dêrsimê daxwaza darizandina Waliyê berê Soyel kir

14 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan di roja 3yemîn de berdewam kir

10 NÎSAN 2026
Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 2yemîn de berdewam kir

Tûrnûvaya voleybolê ya jinan di roja 2yemîn de berdewam kir

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

    Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilata Navîn bijî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirsgirêka paqjiyê li her navçeyê heye: Bêgirî di bin gilêşê de maye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Amedsporê dema şiyarbûnê ye: Hê jî şansê serkeftinê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Licê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û conegayek mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî re agahî dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên ku tev li Meşa Gemlîkê bûn: Ev meş meşa azadiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (723)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne