Danişîna Rojnameger Abdurrahman Gok ku li ser gotinên îtîrafkar Umit Akbiyik bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Rojnameger Hakki Boltan jî cara 6an hat darizandin. Heyetê danişîna Hakki Boltan taloqî 6ê gulanê kir.
6emîn Danişîna Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku li ser gotinên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran Amedê pêk hat. Di danişînê de Rojnameger Abdurrahman Gok û parêzerê wî Resul Tamur amade bû. Dîsa Hevserokê DFGê Selman Çîçek û nûnerên MLSA û GGCê danişîna dozê şopandin. Di danişînê de Rojnameger Abdurrahman Gok parastin kir û anî ziman ku ji ber xebatnên xwe yên pîşeyî tê darizandin û destnîşan kir ku qedexeya derketina derve xebatên wî yên li dervê welat asteng dike û xwest qedexeya derketina derve ji ser wî bê rakirin.
Parêzerê Abdurrahman Gok Prz. Resul Tamur jî anî ziman gelek kesên ku ji ber gotinên Akbiyik hatin darizandin beraet kirine û xwest qedexeya derketina derve ya li ser muwekilê wî bê rakirin.
Heyeta dadgehê jî daxwazên Abdurrahman Gok û Prz. Resul Tamûr red kir û biryara dewamkirina qedexeya derketina derve da. Heyetê danişîna dozê taloqî 22ê nîsanê kir.
Rojnameger Hakki Boltan jî cara 6emîn derket pêşberî dadgehê
Rojnameger Hakki Boltan ji bi îdîaya “heqaret li serokkomar kiriye” derket pêşberî dadger. 6emîn danişîna doza rojnameger Hakkı Boltan bi îdîaya “heqaret li Serokkomar kiriye” li 12emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Hakki Boltan beşdarî danişînê nebû. Parêzer Resul Tamur di danişînê de amade bû û parastin kir. Heyeta dadgehê bi daxwaza amadekirina mutalaayê danişîna dozê taloqî 6ê gulanê kir.