Şirnex – Hevjîna Ebûbekîr Denîz ê 25 sal berê li navçeya Silopiyayê hat windakirin Dîvan Denîz diyar kir ku ew ji Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz bi guman in û got: “Em dibêjin we kuştiye lê hestiyên me bidin me ku bila tirbeke wan hebe. Dema cejn tên em nikarin biçin ser goristanê.”
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê di salên 1990î de bi hezaran kes hatin binçavkirin û piştre jî di binçavan de hatin windakirin. Kesên ji aliyê hezên tarî yên dewletê ve hatin windakirin jî tevî salan jî nehatin dîtin û kujerên wan jî weke “Faîl ne diyar” man. Pêla girtin, binçavkirin, kuştin û windakirinên ku di salên 1990î de dest pê kir heta salên 2000 jî berdewam kir. Di encamê de gelek kes hatin windakirin û malbatên wan hê jî li pey hestiyên zarok, bav, dê û xizmên xwe ne. Ji kesên hatine windakirin yek jê Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û yek jê jî rêveberê HADEPa Silopiyayê Ebûbekîr Denîz e. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25ê Çileya 2001ê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin windakirin. 25 sal in tu agahî ji wan nehatiye girtin.
Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji ber xebatên partiyê gelek caran bi gefên Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz re rû bi rû mabûn. Herî dawî jî Levent Ersoz ji bo îfadeyê gazî wan kiribû. Piştî ku Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji bo îfadeyê diçin qereqolê êdî tu agahî ji wan nehat girtin û tevî ev 25 derbas bûn jî aqûbeta wan nayê zanîn. Malbata Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji bo aqubeta wan bê zanîn û kujer bên cezakirin doz vekirin lê ji dozên hatinê vêkirin jî encam derneket. Ji ber ku encamek derneket malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMMEyê di 2yê Tebaxa 2005an de Tirkiyeyê mehkûm kir ku tazmînatê bide malbatan. Herî dawî jî parêzerê malbatan ji bo aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz bê zanîn û kujer bên cezakirin di 7 Çileya 2020an de serî li DMMEyê dan. Lê heta niha tu bersivek ji DMMEyê nehatiye.
’24 sal in em li pey hestiyên wan in’
Hevjîna Ebûbekîr Denîz, Dîvan Denîz di salvegera windakirina hevjînê xwe de ji Ajansa Welat (AW) re axivî û wiha qala roja windakirina hevjînê xwe kir: “Wê rojê piştî nîvro hat malê û firavîn xwar. Roja pênçşemê bû. Ew û hevalekî xwe bûn. Berf bû, baran bû dinya sar bû. Wê rojê pir bi ecele dikir. Piştî xwarin xwar ji malê derket. Piştî demekê ji hêzên tîmên taybet ên dewletê hatin ber deriyê me û pirsa hevjînê min kirin. Piştre em hîn bûn ku ew birine qeraqolê. Em û malbata Serdar Taniş bi hev re çûn qeraqolê lê ne li wir bûn. Çend rojan em çûn qeraqolê lê dîsa me agahî ji wan negirt. Piştî çend rojan li qeraqolê ji me re gotin hatibûn li vir îmzeyek avêtin û çûn. Me jî li wir bertek nîşan da û me got we çi kiriye? Lê êdî ji wê rojê şûn ve ciheke ku em neçûn nema. Lê me heta niha jî tiştekî bi dest nexistiye. 24 sal in em li pey wan in ku hestiyên wan bibînin.”
‘Ez li tirba bavê xwe digeriyam’
Dîvan Denîz anî ziman ku li gel 24 sal bi ser windakirina hevjînê wê re derbas bûn e jî kujer nehatine cezakirin û wiha domand: “Em dibêjin we kuştiye, hestiyên me bidin me ku bila tirbeke wan hebe. Lê cihê cenazeyên me nadin me. Dema cejn tên em nikarin biçin ser goristanê. Dema hevjînê min hat windakirin kurê min ê biçûk yek salî bû. Heta temenê wî mezin bû me jê re negot bavê te winda ye. Ji min re digot heke bavê min mirîbe tirbek çima nîn e. Rojeke cejnê kurê min heta evarê nehat malê. Êvarê dereng hat malê. Min jê re got tu li ku bûyî Gotê min, ez li ser goristanê li tirba bavê xwe digeriyam. Min wê demê hê jê re got ku bavê te winda ye û tirba wî jî nîn e. Heta mezin bû me nekarî bêje bavê te winda ye. Me digot çûyê kar an digot derketiye dervêyî welat, her tim me tiştek digot. Lê piştî ku mezin bû têgihişt me jê re got.”
‘Hêviya me heye ku rojeke em hestiyên wan bibînin’
Dîvan Denîz destnîşan kir ku ji bo aqûbeta hevjînê xwe wan gelek caran serî li cihan dane û wiha pêde çû: “Me ji dewletê re digot hestiyên me bidin me. Rojeke bang li me kirin û em birin Kerboranê. Tirba ku gotin em ê vekin 3-4 mehan venekirin. Piştî 3-4 mehan tirb vekirin û di nava bataniyê de cenazê derxistin ew cenaze jî şewitîbûn. DNA ji me girtin lê di wir de jî tu encamek derneket. Em dibêjin we çi kiriye kiriye lê hestiyên me bidin me, bila tirbeke wan jî hebe. Cîranên me êvarên înê diçin goristanê. Lê em nikarin biçin. Ew 24 sal in ne tirbek ne jî tiştek heye. Lê hê jî hêviya me heye ku rojeke em hestiyên wan bibînin.”
‘Em ji Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Levent Ersoz bi guman in’
Dîvan Denîz bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku kujer bên cezakirin û hestiyên hevjînê wê û Serdar Taniş radestî wan be kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kujer nehatin cezakirin. Tu lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin. Em ji Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz bi guman in. Bila Levent Ersoz hê ku nemiriye, keça wî ya ku temenê wê û keça min qasî hev in zextê li bavê xwe bike û bêje we çi bi wan kesan kiriye? Bila hestiyên me bidin me. Daxwaza me ew e ku kujer bên cezakirin û hestiyên me jî bidin me.”