• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Hevşaredarên Amedê: Em ê çanda jiyana hevpar bi hev re biparêzin

    Wezareta Bazirganiyê: Ji bo vebûna deriyê Nisêbînê û Qamişloyê em danûstandinan dikin

    Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê tê vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Stenbol / AW

7 ADAR 2026 - 12:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1093yemîn de li aqûbeta jinên ku hatine windakirin pirsîn û gotin: “Em dizanin ku bîr nayê bêdengkirin.”

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1093yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta jinên ku di binçav de hatine windakirin pirsîn. Hevseroka KESKê Ayfer Koçak, Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy, rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy ve hat xwendin.

‘Polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya li ser civakê zêde dike’

Oya Ersoy diyar kir ku sibe 8ê Adarê ye û got: “8ê Adarê tê wateya têkoşînan jinan ya wekhevî û azadî û edaletê. Ji bo me jî heman demê roja bîranîna jinên di binçav de hatine windakirin e. Li gorî daneyên me li Tirkiyeyê 19 jin û zarokekê 3 salî di binçav de hatiye windakirin. Ji wan jinan tenê 4 jinê ku piştî îşkenceyê hatine veşartin hate dîtin. Aqûbeta kesên din nayê zanîn. Em bi salan e dibêjin; polîtîkayên bêcezahiştinê ya dewletê tundiyê li ser civakê jî zêde dike. Li piştî kuştin û tundiya li ser jinê jî ev hişmendî heye. Em di 8ê Adarê de ne tenê jinên îro, jinên bi zorê di nav me de hatine derxistin jî bibîr tînin. Em dizanin ku bîr nayê bêdengkirin.”

Paşê yek bi yek li aqûbeta jinên windayî hate pirsîn.

‘Me jî bîr nekir’

* Makbule Okdem a ku di sala 1991an de li Cizîrê hatibû windakirin û piştî 18 salan di xebatên çêkirina rê de hestiyên wê hatibûn dîtin, me ji bîr nekir.

* Ayten Ozturk a ku di sala 1992yan de li Dersimê hatibû binçavkirin û 8 rojan îşkence lê hatibû kirin û bedena wê li Xarpêtê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Ridda Yavuz a ku di sala 1992yan de li navçeya Dêrîka Nisêbînê hatibû binçavkirin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Sedîka Dal a ku di sala 1993yan de li Nisêbînê ji aliyê Hîzbullah ve hatibû revandin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Hamîde Şarli ya ku di sala 1993yan de bi birayê xwe Ramazan re li Tatwanê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û paşê aqûbeta wê nehatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Hatun Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn a ku di sala 1994an de li Dersîmê piştî li operasyonekî leşkerî de tu agahî ji wan nehatiye dîtin, me ji bîr nekir.

* Lutfiye Kaçar a ku di sala 1994an de li Stenbolê piştî hat binçavkirin tu agahî jê nehat dest xistin, me ji bîr nekir.

* Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu ya ku di sala 1994an de li Muşê dema ku çibûn zozanê û di nava operasyona leşkeran de mabûn û paşê tu agahî ji wan nehatibû dest xistin, me ji bîr nekir.

* Ayşenur Şîmşek a ku di sala 1995an de li Enqereyê hatibû binçavkirin û piştî 76 rojan bedana wê ya îşekence lê hatibû kirin li Goristana Bêkesan ya Kirirkkaleyê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Hatîce Şîmşek a ku di sala 1995an de li navçeya Bismilê ya Amedê piştî hat binçavkirin û aqûbeta wê nehat dîtin, me ji bîr nekir.

* Şukran Daş a ku di sala 1996an de li navçeya Rezanê ya Amedê di avêtina di ser mala xwe de hatibû binçavkirin û paşê agahî jê nehatibû destxistin, me ji bî nekir.

* Fahriye Mordenîz a ku di sala 1996an de li Amedê bi hevsera xwe Mahmut re hatibû binçavkirin û piştî 2 salan cenazaya wê li Goristana Asrî ya Cizîrê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.

* Zozan Eren a ku di sala 1997an de li rêya di navbera Pasûr û Amedê de bi hevsera xwe re bi “torosa spî” re hatibû revandin û paşê tu agahî jê nehatibû destxistin, me ji bîr nekir.

* Neslîhan Usluya ku di sala 1998an de li Îzmîrê bi 3 hevalên xwe re hatibû binçavkirin û paşê tu agahî jê nehatibû destxistin, me ji bîr nekir.

* Konca Kurîş a ku di sala 1998an de li Mêrsînê ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû revandin piştî 18 mehan bedena wê ya îşkence lê hatî kirin navçeya Meramê ya Konyayê hatibû dîtin, me ji bîr nekir.

Di dawiyê de Oya Ersoy anî ziman ku ew dîsa bi bîr tînin di binçav de winda kirin sûcê li di jî mirovahiyê ye û got: “Bi wesîleya 8ê Adarê bang rayêdaran dikin, jinên ku di binçav de hatine windakirin divê aqûbeta wan bê aşkere kirin û faîl werin darizandin. Heta ku edalet were bicihanîn em ê wan bi bîr bînin.”

Çalakî bi danîna qurnefîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

25 NÎSAN 2026
‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nikare bibihîse û biaxive lê ji têkoşînê jî namîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê 25-29ê Îlonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşker û cerdevanan êrişî koçeran kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (346)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne