• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

28 sal keyatiya dewletê kir lê 27 sal in winda ye!

Bîlal Guldem - Omer Demîr / AW

29 ADAR 2025 - 08:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – 27 sal in Fikrî Ozgen ku 28 sal keyatiya dewletê kir winda ye. Nevzat Ozgen diyar kir ku 27 sal in bavê wî winda ye û got: “Divê li Meclisê komîsyona ji bo dîtina windayan were avakirin. Gere dewlet hemû kujeran derxe holê û lêborînê ji malbatan bixwaze.”

Ev malbat jî wek bi sedan malbat, 27 sal in çavê wan li rê ye lê nehatiye. Xeberek xêrê ji wan re nehatiye. Ew jî mîna bi hezaran windayî, winda ye. Malbat nizane tew gor û hestiyên wî jî li ku ne. Tevî kî wî bi salan keyatiya gund jî kiriye lê ji ber ku ramana wî ne wek ya dewletê bûye, tê revandin, kuştin û windakirin…

Ev kes Fikrî Ozgen e. Dema ew tê revandin û windakirin 73 salî bûye. Li navçeya Rezanê ya Amedê roja 27ê Sibata 1997an ji aliyê çar kesên cilên sivîl li wan tê revandin. Fikrî Ozgen ê bi nexweşiya kronîk a astimê ji bo ciçe dermanên xwe bistîne ji malê derdikeve û li nêzî Parka Koşûyolû ew tê revandin. Ev kes ewilî nasnameya Ozgen kontrol dikin û paşê wî li texsiya Toros a spî siwar dikin û dibin.

Mala wî dişewitînin û wî direvînin

Fikrî Ozgen li gundê Dêlît a ser bi navçeya Pasûra Amedê ve 28 salan keyatiya gund dike. Ji ber xebatên polîtîk ên zarokên Fikrî Ozgen dewlet zextên giran lê dike. Her tim tê binçavkirin û dewlet wî didarizîne. Sê caran mala wî ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin û di sala 1992yan de neçar dimîne gundê xwe diterikîne û li gel malbata xwe tê li navenda Amedê bicih dibe.

Zextê û fişara leşker û polîsan li Amedê jî li ser Fikrî Ozgen berdewam dike. Polîs her tim bi ser malan wî ve digirin û lêgerînê li malê dikin. Dewlet li vir jî wî rehet bernade û wî didarizîne.

Her çiqas hevjîna wî Dilşah Ozgen li hevjînê xwe digere jî lê tu encam bi dest naxe. Tevî ku Fikrî Ozgen 28 salan keyatiya dewletê kiriye jî lê 27 sal in winda ye.

Dayika Dilşah û dayika Sakîne hevalên hev in 

Dilşah Ozgen di doza têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hem du lawên wê canê xwe ji dest didin û hem jî hevjînê wê tê revandin û windakirin. Ew bi alîkariya zarokên xwe piştî demek dirêj hat tev li çalakiya Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê ya li Parka Koşûyoluyê bû. Bi zorê xwe li ser lingan digire, ji ber nexweşîn û extiyariya xwe êdî mîna berê nikare tev li çalakiyê bibe. Dilşah Ozgen a ku bi piştî salan cara ewil hat çalakiyê, ji aliyê xizmên windayan û rêveberên ÎHDê ve jî bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Dilşah Ozgen di heman demê de hevala Dayika Aştiyê Sakîne Arat e ku di 13ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.

Di çalakiyê de jî ew li ser kursî hat rûniştandin û daxwaza hestiyên hevjînê xwe Fikrî dike.

Nevzat Ozgen û dayika xwe Dilşah ji ajansa me re axivîn.

Dema bavê wî tê revandin ew di hepsê de bûye

Nevzat Ozgen lawê Fikrî Ozgen e, dema bavê wî revandin, kuştin û windakirin ew di girtîgehê de ye. Nevzat Ozgen bi bîr xist ku sala 1997an 200 metre nêzî mala me bavê wî revandin e û ji wê rojê ve agahî jê negirtin e. Nevzat Ozgen diyar kir ku her çiqas îtîrafkar li xwe mikûr hatibûn jî lê kujerên bavê wî nehatin dîtin. Nevzat Ozgen anî ziman ku wan gelek caran serî li dadgehan da lê heta îro jî tu encam negirtine û wiha got: “Li DMMEyê dewleta Tirk mehkûm bû. Lê armanca me mehkûmkirina dewletê bû. Armanca me ew bû ku faîlên 17 hezar windayên me bên dîtin. Lê feqet tu kujeran ceza negirtine. Dewlet sûcê ku kiriye, mîna ku Kurd sûcdar bin, nêzî me Kurdan dibe.”

‘Dewletê hê jî destê xwe ji ser tetikê nekişandiye’

Nevzat Ozgen da zanîn ku îro pêvajoyek tê birêvebirin û wiha got: “Dîsa Kurdan fedakariyê kir û pêvajo dan destpêkirin. Wê dewlet gavan biavêje neavêje ev ne zelal e. Ev serê Kurdan şolî dike. Kurd hê jî bawer nakin. Ji ber ku gav nayên avêtin, Kurd bi guman nêz dibin. Lê belê Kurd pirr zelal in. Dewlet hê jî destê xwe ji ser tetikê nekişandiye. Hê jî operasyonan dikin. Wisa bi zimanek tûj xeber didin û zimanekî şerxwaz bikar tînin. Dixwazin vê pêvajoyê ji xwe re bikin wek firsendekê. Armanca wan ev be wê rewş ne baş be. Lê belê heke jidil bin û ji dîrokê dersan derxe, dikarin gavan biavêjin.”

‘Divê dewlet lêborînê ji malbatan bixwaze’

Nevzat Ozgen destnîşan kir ku divê ji bo windayan li Meclisê komîsyonek were avakirin û wiha dewam kir: “Di encamê de bi hezaran mirov koçber bûne û 17 hezar însan winda bûn e. Divê ev komîsyon li ser vê yekê lêkolînan bike. Divê sûcdar sûcên wan bên tesbîtkirin û werin dadgehkirin. Sûcê kî çi be, bila cezayê wî jî ew be. Lê heta îro mîna ku sûcê dewletê nîn e û ji vî sûcî direve. Çimkî bila carek din tiştên wiha neyên qewimandin. Bila ji malbatan lêborîn bê xwestin. Hê jî bi hezaran faîl di nav me de ne. Divê dewlet li ser navê van kujeran ji malbatan lêborîna xwe bixwaze û efûya xwe bixwaze. Heke gavek wisa were avêtin, helbet wê ev mirovên me neyên dîtin lê belkî pariyek germahî bikeve dilê malbatan. Mesela Sakîne ana çavê wê vekirî çû. Hevala diya min bû. Liv î welatî her kes wê nas dike. Hêsirên çavê wê ziwa bûbûn û çav vekirî çû. Divê wisa nebûya. Lê wisa çêkirin.”

‘Divê hikûmet gavan biavêje’

Nevzat Ozgen anî ziman ku divê ev komîsyona ku bê avakirin bi lezgînî dest bi lêkolîna dîtina gorên windayan bike û heke gavên di vî warî de neyên avêtin tu maneya vê xebatê jî nîn e. Nevzat Ozgen got ku divê hemû daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û girtiyên nexweş werin berdan. Nevzat Ozgen diyar kir ku gere ziman û nasnameya Kurdan were qebûlkirin û di qanûnan de were mîsogerkirin. Nevzat Ozgen destnîşan kir ku ji Kurdan bêtir pêwîst e hikûmet gavan biavêje.

‘Ew ro û îro…’

Dilşah Ozgen bi gotina “ka ez ê çi bêjim” êş û kulên nav dilên xwe tîne ziman û axaftina xwe wiha domand: “Min hestiyên wî jî nedît. Qet nebe min hestiyên wî bidîta û min zanibûya cihê gora wî li ku ye. Ka ez çi bikim. Xwezî min bidîta hestiyên wî li ku ne. Ji bo dermanê xwe bistîne ji malê derket û wî birin. Ew ro û îro… Me hestiyên xwe jî nedît. Wî dibin JÎTEMê û winda dikin. Êdî hişê min nemaye. Min bi qasî porê serê xwe xeber daye, lê tiştek bi destê me neket. Êdî vaye ez extiyar bûm, hişê min nemaye. Bila hestiyên me nîşanî me bidin. Bi qasî porên serê me zarokên me hatine kuştin û windakirin. Newal û mesîl bi hestiyên zarokên me tije kirin e.”

Piştî çalakî bi dawî bû, Dilşah Ozgen xatir ji çalakvanan xwest, ket milê keça xwe û dîsa berê xwe da malê. Keça wê wesiyeta diya xwe dibêje, dayikê ji zarokên xwe re gotiye; “Dema ez mirim wêneyê her du zarokên min û bavê wan li mala şînê daliqînin.”

 

Etîket: AmedDilşah OzgenFikrî OzgenÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê pêşengeha çandî û ekolojîk hat vekirin

Li Amedê pêşengeha çandî û ekolojîk hat vekirin

29 ADAR 2026
Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

Şahiya Serhivdeyê bi dîwana dengbêjan berdewam kir

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

28 ADAR 2026
Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

28 ADAR 2026
ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (33)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne