Kesên bi navê Abdulkerem Kuzu, Lîvan Orman û Unal Eroz ên ku di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Polîsan îro bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vekirin êrişî seyrana ku li Perava Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê hat lidarxistin kirin. Polîsan, 3 ciwanên bi navê Abdulkerem Kuzu, Lîvan Orman û Unal Eroz bi îşkenceyê binçav kirin. Hersê ciwan piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê hatin berdan.
Di êrişa îro de aktîvîsta TJAyê Sabahat Tuncel jî hatibû binçavkiribûn û piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Kanûnî Sultan Suleyman hatibû berdan.













