• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

35 hêz û partiyên Kurdistanî bertek nîşanî Barrack dan

Navenda Nûçeyan / AW

10 TÎRMEH 2025 - 23:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
35 partî û hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên nûnerê serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack red kirin û gotin: “Divê dan û standinên di navbera tevahî aliyan de pêk bê û Sûriyeyek demokratîk were avakirin.”

35 partî û hêzên siyasî yên li bajar û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak in, bi daxuyaniyekê daxuyaniyên dawîn ên nûnerê serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack red kirin.

Hêzên siyasî fikarên xwe li hember daxuyaniyên dawîn ên nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack nîşan dan û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniyên Barrack li dijî rola wî weke navbeynkarê nêzîkirina nêrînan e û li dijî rola erênî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku hewl dide ewlehî û îstîqrarê li Sûriyeyê misoger bike, ye.”

Hêz û partiyan ev daxuyanî red kirin û ev tişt diyar kir: “Em dibînin ev daxuyanî me vedigerînin çargoşeya yekemîn ji cewhera krîza Sûriyeyê û sedemên destpêkirina şoreşgera gelê Sûriyeyê ya 2011ˊan. Di wê demê de gel li dijî rejîma Baasˊê serî hilda, banga azadî û rûmetê, avakirina dewleteke pirrengî û nenavendî kir.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çend sal e hewl didin modeleke rêveberî ya li ser bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bikin û hate gotin vê modelê ewlehî û îstîqrar ji milyonan Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Tirkmen, misliman, xiristiyan û êzidî re dabîn kir û saziyên sivîl a temsîla vîna gelên herêmê dike û hêzeke leşkerî ya HSDê ji bo têkoşîna dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê bike, ava kir û ev hêz bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî terorê tê dikoşe.

Di daxuyaniyê de bal li ser peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hat kişandin û hat diyarkirin ku divê çareyeke siyasî ya giştî bi rêya dan û standinên di navbera tevahî aliyan de pêk bê û Sûriyeyek demokratîk were avakirin.

Hêzên siyasî da zanîn ku ev peyam bi girseyî hat pêşwazîkirin û aliyên herêmî û navneteweyî pişgtirî danê. Ji ber ku ev gaveke girîng e, ber bi jinûve avakirina Sûriyeyê li ser bingehên hevkarî, pirrengî, edalet û nenavendîbûnê.

Hêz û partiyan di daxuyaniya xwe de piştgirî da şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman ku ev şande vîna civakê ye, mafên tevahî Sûriyeyiyan û modela Rêveberiya Xweser wek beşek ji siberoja Sûriyeya nû, diparêze.

Di dawiyê de hêzên siyasî gotin her sekeftina her proseyeke dan û stadinê bi xwespartina rêgeza hevkariya rastîn û rêzgirtina taybetmendiyên her du aliyan ne, ji lew re divê siberoja Sûriyeyê bi destê Sûriyeyiyan tevahî be û li ser bingeha naskirin, edalet û hevkariyê be.

Partî û hêzên li ser vê daxuyaniyê îmze kirine ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

7-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye

8- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

13- Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heye El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî).

15-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Partiya Çaksazîyê-Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokrat

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafizkaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25- Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Partiya Guhertina Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suranî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

30-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32-Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

33-Partiya Sûraya ya Demokrat

34-Partiya El Weten El Sûrî

35-Partiya Sûriya

 

Etîket: BarrackbertekHêzKurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

27 COTMEH 2025
Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

18 COTMEH 2025
‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

4 COTMEH 2025
Dêra Surp Kevork ji bo Ermen û Kurdan cihekî pîroz e!

Dêra Surp Kevork ji bo Ermen û Kurdan cihekî pîroz e!

4 COTMEH 2025
‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

28 ÎLON 2025
DEDAŞ zilmê li gel dike

DEDAŞ zilmê li gel dike

26 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (452)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne