Li Sûriyeyê 39 partî û rêxistinan êrişên li ser taxên Helebê şermezar kir û gotin ku hêzên girêdayî Şamê binpêkirinên mafên mirovan dikin.
39 partî û rêxistinên siyasî yên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da û êrişên berdewam ên komên paramîlîter ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişa hovane a berdewam a ku ji hêla hêzên hikûmeta demkî ve li dijî van taxan, bikaranîna çekên giran û da zanîn ku ev êriş hemû qanûnên mirovî binpê dikin.
Partiyên siyasî di daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş bi fermanên rasterast ên dewleta Tirk tên kirin û armanca wan ew e ku peymanên 10ê Adara 2025an û 1ê Nîsana 2025an û aramiya welêt têk bibe, bi taybet piştî komkujiyên li herêma peravê ya Sûriyeyê û Siwêdayê hatine kirin.
Di dawiyê de, partî û hêzên siyasî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd şermezar kirin û bang li gelê Kurd û hemû welatparêz û demokratên Sûriyeyê kir ku van sûcan şermezar bikin.
Her wiha bang li civata navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kirin ku zextê li hikûmeta demkî bikin û wê neçar bikin ku tavilê êrişa xwe rawestîne.













