Rojên Çanda Jinên Kurd ku îsal cara sêyemîn li Berlînê tê lidarxistin, bi pêşangeha hunerê ku berhemên hunermendên jin ên li çar parçeyên tê de cih digrin, destpê kir.
Rojên Çanda Jinên Kurd ku îsal cara sêyemîn li Berlînê tê lidarxistin, bi coşekî mezin destpê kir. Vekirin, bi pêşangeha hunerê ku berhemên hunermendên jin ên li çar parçeyên tê de cih digrin, hat kirin. Pêşangeh wê du rojan ji bo mêvanan vekirî be.
Rêxistinên jinan ên cuda ku bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî vekirinê bûn, temaşeyî berhemên hunermendên wekî Aylam Abdo, Lava Bayat, Lêlav Omar, Leyla Toprak, Mahin Khodayari, Norhin Al-Hussein, Sholeh Rahmani, Susan Azizi, Vian K. Hussein û Widad Nabi kirin. Di çarçoveya bernameyê de pêşangehên ku ji aliyê Women Defend Rojava, Jineoloji, Jinwar, WJAS ve Dest Dan Kadın Meclisi e.V.’ê hat vekirin, aliyên cuda ên têkoşîna jinên Kurd pêşkêş dike.
Şeva vekirinê, bi dîmena silavkirinê ya ku ji aliyê hunermenda ji Rojava Sumaya Mihemed ve hate şandin, destpê kir. Mihemed bal kişand ser girîngiya çand û hunerê ya di demeke ku gelê Kurd hem fîzîkî û hem jî çandî rastî êrîşan hate û wiha got, “Jin ne tenê hêzekî yekkirinê, pêşengê vê têkoşînê ne. Rojava û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî vê yekê îspat kir.”
Shno Golî îşaret bi berxwedana gelê Îranê û bi taybet gelê Rojava kir. Nurê Alkiş girîngiya salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê bi bîr xist û wiha got, “Em wekî jinên têkoşer, dibînin ku pêvajo ketiya qonaxekî nû. Êdî dema xebatê ya ji bo azadkirina Rêber Apo û aştiyê ye.”
Parlamentera Meclîsa Federal a Elmanya û endama Partiya Çep Stella Merendino jî di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna li dijî baviksalariyê divê di asta navneteweyî de were nirxandin û bal kişand ser rola jinên Kurd ên li Berlînê jiyan dikin.
Piştî vekirinê, li ber strana Hêlan Jawish pêşengeha hunerê hate temaşekirin. Bername wê tevahiya hefteyê dewam bike, rojên Şemî û Yekşemê atolye, 4’ê Adarê “Govenda Kurdî”, 6ê Adarê şeva vokala Kurd ya kevneşopî û 7ê Adarê jî film werin pêşandan. Çalakî bi bale kişandina ser 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dawî bibe.
Bername û hirgûliyên tevahiya çalakiyan, li ser malpera wep a Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd- Cênî e.V. dikarin bên şopandin.













