• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Rêxistinên maf û hiqûqê nerazîbûn nîşanî mirinên bi guman dan

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji bo ‘Perwerdehiya bêtundî’ çalakiya zincîra mirovan pêk anîn

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Ji ‘Nobeta Jiyanê’ peyam: Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Peyamhinêrê Channel 8ê hate revandin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

Amed / AW

27 SIBAT 2026 - 08:55
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengtiya Zarok TVyê de dê di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya “Smurfsan (Şînok)” ya Youtubeyê bê nîşandan. Endamê Lijneya Weşanê yê Zarok TVyê Cebar Alp têkildarî vê yekê wiha got: “Li ser platforma Smurfsan êdî hemû cîhan dikare bibîne ku zimanê Kurdî jî li wir heye û Şînok bi zimanê Kurdî di malpera wan de li kêleka hemû zimanên din cihê xwe digire.”

Lijneya Weşanê ya Zarok TVyê ragihand ku dê xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengtiya wan di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya “Smurfsan (Şînok)” ya Youtubeyê bê nişandan. Lijneya Weşanê bi serenavê “Hemû rengên cîhanê bi Kurdî digihîjin hev!” di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku “Şînok” dê di 1ê Adarê de li ser qenala wan a fermî ya YouTubeyê bê weşandin. Endamê Lijneya Weşanê ya Zarok Tvyê Cebar Alp jî têkîldarî pêvajoya lihevkirina bi Smursfanê û encama ku îro hatiye bidestxistin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Armanca me biziman û dublaja Kurdî bikevin qada Cihanê ye’

Cebar Alp diyar kir ku Zarok Tv xwe digihîne proje û qenalên cihanê, piştî têkoşîneke taybet dest bi dublajê dike û ji bo hemû zarokên Kurd derdixîne ser weşana xwe û ev tişt gotin: “Demekê hevalên me xwestin ji bo Şînokan têkevin nav têkoşînekê. Taybetiya wê çi bû? Ji ber ku şîrketa Şînokan şîrketeke gerdûniye. Li hemû cîhanê ew proje tên çêkirin. Ev şîrket, dema ku kîjan netewe bi kîjan zimanî projeyê çêbike û dublaj bike, di malpera xwe de bi wî zimanî qenalekê vedike û projeyê bi navê wî neteweyî û bi zimanê wî neteweyî parve dike. Bi rastî, wekî Zarok TV, me hem projeyên 2D û hem jî yên 3D yên Şînokan beriya deh salan çêkirin. Me pirsî gelo çima zimanê me tune ye? Dema ku li wir hemû netewe hebin, projeyên wan hebin û kar û xebatên wan li wir diyar bibin û hemû cîhan wan bişopîne, çima Kurdî tune be.”

‘Ev danûstandinên me dema bi erênî encam bûn, ji bo me bû cihê kêfxweşî û serbilindiyê’

Cebar Alp têkildarî danustandinên di navbera Zarok TV û platforma Smursfê de da zanîn ku ew bi taybetî ketine nav hewldanan û piştî danûstandinan encamek erênî girtine û wiha domand: “Piştî ku wan xebatên me dîtin û nirxandin, em serwext bûn û wan jî qebûl kir ku li kêleka hemû zimanên din, qenaleke bi zimanê Kurdî jî vebe. Li ser platforma Smurfs ‘Şînok’ êdî hemû cîhan dikare bibîne ku zimanê Kurdî jî li wir heye û Şînok bi zimanê Kurdî di malpera wan de li kêleka hemû zimanên din cihê xwe digirin. Dema em li taybetiya vê meselê dinêrin, Smurfs di malpera xwe de ji bo gelek neteweyên ku wekî Kurdan ji wan re cih veqetandiye, lê dîsa jî ji bo Kurdan cih nehatibû veqetandin. Kesî nizanî bû ku Kurd van projeyan çêdikin. Li ser vê yekê, ev danûstandinên me ku bi erênî encam bûn, ji bo me bû kêfxweşî û serbilindiye ke, ji ber ku zimanê Kurdî û çanda gelê Kurd, her çiqas proje biyanî be jî, em di dublaja xwe de ruhê Kurdî, fonên Kurdî û taybetiyên çanda Kurdî lê bar dikin.”

‘Zarok TV li pêşiya nêzîkatî û hewldanên paşxistin û tunehesibandinê sekinî û got ez heme’

Di berdewama axaftina xwe de Cebar Alp dest nîşan kir ku Zarok TV, ji roja destpêkê heya îro sozek dabû û bi wê sozê dest bi weşanê kiribû îro jî li ser wê xetê û li ser soza xwe ye û ev tişt anî ziman: “Soza Zarok TVyê bi awayekî din bangek e ji bo gelê Kurd û ji bo hemû Kurdên li seranserê cîhanê ye. Çawa ku Zarok TV li pêşiya hinek nêzîkatî û hewldanên paşxistin û tunehesibandinê sekinî û bi awayekî xurt got ‘Ez heme’, dîsa bang li gelê Kurd dike ku bi serfirazî û serbilindî, bi dengekî gur dibêje, ‘Em hene’ vaye em li vir in û bê sekin em xebatên xwe berdewam dikin, çanda xwe pêş dixin, her wiha li ser zimanê xwe bi awayekî zindî disekinin û derbarê ziman de lêkolînên hûr dikin. Ji bo vê yekê, bi vê boneyê em spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevkarên ku bi Zarok TVyê re dibin alîkar dikin. Wekî Lîjneya Ziman, Weqfa Mezopotamyayê û mamoste û lêkolînerên ku li ser Kurdî dixebitin. Em spasiyên xwe ji wan re radigihînin. Spasiya herî mezin jî ji bo gelê me ye, ku ev hebûna Zarok TVyê wekî bişirîna li ser rûyê zarokekî Kurd e. Banga me ji wan re ew e ku hê bêtir hez û alîkariyê bidin me, li pişt me bisekinin da ku em bi hev re hê bêtir li cîhanê belav bibin.”

‘Şînok deh sal in bi Kurdî tên dublajkirin’

Di dawiya axaftina xwe Cebar Alp xwest hişyariyek bike ku di rayagiştî de peyama Zarok Tvyê şaş hatiye pênasekirin û parve kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew nûçeya me ya destpêkê ez bawer im tam bi zelalî nehatibû fêmkirin. Hinek platforman şîroveyên wekî ku Şînok cara yekem e bi Kurdî tên dublajkirin kiribû. Na Şînok deh sal in bi Kurdî tên dublajkirin. Ya ku yekem car çêbû ew e ku platformeke cîhanî ya Smurfs a xwediyê Şînokan, di qenala xwe de yekem car ji zimanê Kurdî û dublaja Kurdî re cih veqetand. Li kêleka neteweyên din û zimanên din, ev gaveke wisa ye ku mirov ji xeynî kêfxweşiyê nikare tiştekî din jê fêm bike.”

Etîket: Xêzefîlma ŞînokZarok TV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

21 SIBAT 2026
Serrgêra 10. Zarok TV’î ame pîrozkerdene

Zarok Tv 10emîn salvegera xwe pîroz kir

15 ADAR 2025
Xeml û kêfxweşiya her maleke Kurd: Zarok TV ye

Xeml û kêfxweşiya her maleke Kurd: Zarok TV ye

12 ADAR 2025
Zarok TV 10 salî ye

Zarok TV 10 salî ye

6 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deşta Geverê bi pîvokan xemilî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Colemêrgî nasnameya bajêr li magnet û solan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamedova: Werin em bi stran û zimanê xwe yê şîrîn hevdu hembêz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (571)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne