Gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê yên Pîrana Amedê, ji ber operasyonên leşkerî 10 rojan wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin.
Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî navbera 21-30ê Gulanê de weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.
Walîtiya Amedê ketina herêman bi destûrê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî û cemaerî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ hat nîşandan.