• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bersûcên doza Zeren Ertaşê hatin beraetkirin

    Bersûcên doza Zeren Ertaşê hatin beraetkirin

    Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

    Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

    Gumanbar Tuncay Sonel sewqî edliyeyê hate kirin

    Gumanbar Tuncay Sonel sewqî edliyeyê hate kirin

    Serokê Egîtîm Sena Sêrtê: Divê astengî û qedexeyên li ser Kurdî rabin

    Serokê Egîtîm Sena Sêrtê: Divê astengî û qedexeyên li ser Kurdî rabin

    110 karkerên ji bo heqdestê xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin

    110 karkerên ji bo heqdestê xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin

    Ji ber baranê rêya nû herifî

    Ji ber baranê rêya nû herifî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

Navenda Nûçeyan / AW

2 ADAR 2026 - 12:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê êrişên rejîma Îranê ya bi ser partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êrişê şermezar kir. PJAKê eşkere kir ku êrişên rejîma Îranê yên li ser navend û bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êrişên li ser hevpeymaniya partiyan û gelê Kurd in û nîşaneya tirsa rejîma Îranê ya ji yekgirtinê ye.

PJAKê di destpêka daxuyaniyê de got: “Duh (1’ê Adarê 2026) Artêşa Pasdaran a Îranê bi bikaranîna dronên xwekuj û mûşekan êriş bir ser bingehên çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bi ser baregehên Partiya Demokrat û Komeleyê yên li Koye, Zirgewez û Sûrdaşê û wiha em wek PJAK van êrişan bi tundî şermezar dike.”

‘Îran ji kontrola siyaseta bi aqil derketiye’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dronî û mûşekî yên rejîma Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîşaneya bêçareyî û lewazîya Komara Îslamî û Artêşa Pasdarane û dijberiya wan a li dijî gelê Kurd nîşan dide û ev yek hate gotin: “Di demekê de ku hêzên zordar ên rejîmê li seranserê Îranê bûne armanca êrişên Îsraîl û Amerîkayê, ev rejîm tu plan û siyasetekî aqilane ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan peyda nekiriye û neteweyên Îranê dike qurbaniya xwestinên desthilatên xwe.”

‘Siyaseta zordestiyê siyaseta têkçûyî ye’

PJAKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişa ser baregehên partiyên Kurd belgeyek zelale ku di 47 salên borî de rêbazê rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser zordarî û şerxwaziyê hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin van kiryarên şerxwaz rê nade ku Îran ber bi çareserkirina krîzan û bidestxistina azadiya gelan û neteweyan ve biçe û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê, astengiya herî mezin Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ye. Rejîm niha li ser kavila hilweşandinê ye, lê hîn jî di rêbaza ‘çareseriya’ leşkerî ya li dijî gelê Kurd û partiyên Kurdî de bi israr e.” PJAK destnîşan kir ku ev ev siyaset têk çûye.

‘Rejîma Îranê nikare têkçûna xwe li pişt van êrişan veşêre’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji gelê xwe re soz didin ku tevgera me ya azadîxwaz heta ku gelê me bi tevahî bigihîje azadiyê naraweste û emê azadî û demokrasiya bi rûmet û şanaziyê bînin holê. Bêguman êrişên Artêşa Pasdaran ên li ser baregehên partiyên Kurdî yên ku armanca wan şikandina yekgirtin û hevpeymaniya hêzên Kurdî ye ku ev hevpeymanî xwestina dîrokî ya gelê me ye, tenê nîşaneya tirsa rejîmê ne.”

Etîket: PJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

Awdanan: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin

18 NÎSAN 2026
Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

11 NÎSAN 2026
Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

Berdevkê PJAKê Avdanan: Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertin erênî nabe

9 NÎSAN 2026
Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

Rêwar Awdanan: Me ti çek ji Amerîkayê negirtiye

7 NÎSAN 2026
KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

KJARê rojbûna Abdullah Ocalan û damezirandina PJAKê pîroz kir

2 NÎSAN 2026
PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

31 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

    Perwerdekar Şîmşek: Meyla nifşê nû li ser mafyayan e, divê ev çand bê guhertin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Licê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û conegayek mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Amedsporê dema şiyarbûnê ye: Hê jî şansê serkeftinê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirsgirêka paqjiyê li her navçeyê heye: Bêgirî di bin gilêşê de maye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokê Egîtîm Sena Sêrtê: Divê astengî û qedexeyên li ser Kurdî rabin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (737)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne