Ji Weşanxaneya Nûbiharê du pirtûkên çîrokan û du pirtûkên helbestan ên nû derçûn.
Her roja ku diçe li gencîneya pirtûkên Kurdî pirtûkên nû zêde dibin. Ji Weşanxaneya Nûbiharê çar pirtûkên nû derçûn. Nivîskar û mijarên pirtûkan cuda ne.
Pirtûka “Serêkaniyê” ya Dîlan Şewqî ku mijara wê helbest in, pirtûka “Bobelat” a Atîlla Akin ku mijara wê çîrok e, pirtûka “Sê cîhanşah û rêbirek” a Îrfan Yildiz ku mijara wê çîrok e û pirtûka “Leyla û Mecnûn” a Nîzamiyê Genceyî ku ji aliyê Dr. Perwîz Cîhanî ve hatiye amadekirin û mijara wê helbest in ji weşxaneyê derçûn.
Pirtûk gihîştin ber destên xwîneran û xwîner dikarin pirtûkan hem li Weşanxaneya Nûbiharê û hem jî li pirtûkfiroşên Kurdî peyda bikin.
Ji pirtûka ‘Serêkaniyê’ ya Dîlan Şewqî
“Demekê ku em destar bûn
em hawara te bûn welato
Me rişk û spiyên nezaniyê
ji nava serê te derdixistin
em destek bûn
Kevneşopî
tejika bin nigê me bû
Me tirs hêrabû
me bêyî navê te tu tişt nedixwest
me bêyî navê te tu tişt nedidît”
Ji pirtûka ‘Bobelat’
“Eger ji min bipirsin mezinbûyîn çi ye, ezê bêjim zirav li xwe qetandin e.
Ev ne ji bo her kesî bi vî awayê ye, lê ji bo exlebê zarokên Kurdan wiha ye. Her wiha ez dibêjim dema ku ziravê yekî/ê diqete bêhemdî xwe qarînî dike.
Çîrokên di vê kitêbê de qarînekî derengmayî bû ji bo min. Ev qarîn gunehekî di stûyê min de bû ku min bi xwe re gerand heya îro. Niha min ev guneh ji stûye xwe derxist û wek gerdeniyek xiste stûyê felekê.”
Ji pirtûka ‘Sê cîhanşah û rêbirek’
“Baş e!” got, yê ku êdî ji bo her tiştî li dewsa me biryar dida, “em ê herine bazara pûtfiroşan û pûtekî ku însanan ceza dike bikirin.” Ji me tu kesekî tiştek negot û em ber bi bazara pûtfiroşan ketine rê. Zêde nekişand em êdî li wir bûn. Her cure pût hebûn. Qefleya me rasterast çû ber pûtekî cirnexweş û me qet bazar nekir hema pereyê wî çibe me da û kirî. Me pûtê xwe hilda û hê em çend gavan bi dûr neketibûn yekî ji me got, “karê pûtê me kirî cezakirin e, helbet rojekî dorê were me jî!” Em hemû nişkêva di cih de bêlebat man.
Ji pirtûka ‘Leyla û Mecnûn’
Nizamiyê Genceyî (1140-1208) li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayika xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhelata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştiye çarkenarên cîhanê. Di edebiyata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve tesîr li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Di dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî… xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negihîştiye asta wî. Ji nava 5 pirtûkên wî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergerandin û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, hinek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî adapte kirine.
Perwîz Cîhanî jî, pêşî Xosrew û Şîrîna Nizamî wergerandibû, vê carê jî Leyla û Mecnûn wergerandiye. Cîhanî, bi awayekî afirînerî û hunerane wergera xwe kiriye; neketiye pey wergerandina qalikê peyvan; wî kakilê çîrokan bi kirasê Kurdî xemilandiye. Wergera xwe bi wezna heceyî hûnaye. Xebata wî ya li ser Leyla û Mecnûnê ji 5636 beytan pêk hatiye.













