Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk li navçeya Ranyayê Silêmaniyê wesayîtek ya sivîlan bombebaran kir û di encama êrişê de 4 welatî hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; wesayîtek li devera Kanî Marane ya ser bi navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê ve, ji aliyê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.
Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û welatiyek jî birîndar bûye.
Hat ragihandin piştî wesayîta welatiyan hat hedefgirtin qelibî û bi motosîkletekê ket û di encamê de şofêrê motosîkletê jî birîndar bûye.
Her wiha îro danê sibehê jî balafirên şer ên dewleta Tirk li bajarokê Dînarte yê ser bi navçeya Akrê ve bombebaran pêk anîbûn. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hev in jiyana xwe ji dest dabûn.