Li gorî daneyên ÎSÎGê, di du hefteyên ewil ên Nîsanê de herî kêm 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGMê di 15 rojên ewil ên meha Nîsanê de herî kêm 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎGMê da xwest karkeriya zarokan were qedexekirin. Li gorî ÎSÎGMê; zarokê bi navê Abdurrahman Ozkul (14) li Nîgdeyê, Mehmet Ozarslan ê 17 salî li Kayseriyê, Yakup Yaşar ê 17 salî li Antalyayê û Yûsûf Misrî yê 14 salî û sûriyeyî jî li Konyayê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎGM) ya sibatê 177 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan 5 jê zarok, 13 jê penaber bûn. Li gorî rapora meha Adarê jî herî kêm 145 karker bûn qurbana kar. Di meha nîsanê de jî di 15 rojên ewil de 4 kesên zarok jiyana xwe ji dest dan.