• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Di Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin

Navenda Nûçeyan /AW

3 TÎRMEH 2025 - 11:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê rapora meha Hezîranê aşkere kir. Li gorî rapora DFGê di meha hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin û zextên li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ku her meh raporê aşkere dike, rapora meha Hezîranê aşkere kir. DFGê di raporê de diyar kir ku di meha Hezîranê de jî êriş û zext li ser çapemenî, raman û azadiya derbirînê pêk hatin. DFGê destnişan kir ku mafên rojnamegeran hatin binpêkirin û wiha cih da raporê: “Em meheke din jî bi binpêkirina mafan û êrişan li pey xwe dihêlin. Desthilata AKPê ji aliyekî ve gotinên “demokratîkbûyînê” dike li aliyê din jî berovajî demokratîkbûyînê êriş û zextên li ser çapemenî, raman û azadiya derbirînê berdewam dike. Ev meh yek ji wan mehan bû di astek zêde de mafên rojnamegeran hat binpêkirin û êrişên li ser raman û azadiya derbirînê pêk hatin. Êrişên li ser Kovara LeManê pêk hatin jî berdewamiya van êrişên sîstematîk e.”

DGFê da zanîn ku di meha Hezîranê de 16 rojnameger hatin binçavkirin û 6 ji rojnamegeran hatin girtin û wiha cih da raporê: “Di 3yê Hezîranê de edîtora Bianetê Tugçe Yilmaz, bi hinceta xala 301emîn bi awayek dijhiqûqî hat binçavkirin. Di 13ê Hezîranê de jî rojnameger Eylem Emel Yilmaz, Ozan Cirik, Yavuz Akengîn û Dîcle Başturk hatin binçavkirin û bi hinceta ku nûçeyan ji sazî û dezgehên derveyî welat re çêkirine, hatin girtin. Di çarçoveya heman operasyonê de rojnameger Metîn Yoksu jî ji bo îfadeyê çû emniyetê û ew jî hat girtin. Di 21ê Hezîranê de rojnameger Fatîh Altayli, ji ber gotinên gef li Oktay Saral ê AKPyî xwariye hat girtin. Vê bûyerê jî nîşan da ku rojnameger li ser fermana AKPê tên girtin. Bi girtina 6 rojnamegeran re hejmara rojnamegerên girtî bû 34 kes.

Di roja dawî ya meha Hezîranê de komek olperest bi hinceta karîkaturê ku Kovara LeManê weşandiye, bi ser ofîsa xebatê kovarê de girtin û xesar dan ofîsê û welatiyên derdorê. Her wiha çar xebatkarên Kovara LeManê hatin girtin. Binçavkirina van xebatkaran binpêkirina mafên raman û azadiya derbirînê ye. Em êrişa li dijî Kovara LeManê wek êrişek ji rêzê nabînin. Em vê êrişê wek êrişa AKPê ya li dijî çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê dibînin. Em vê êrişê şermezar dikin.”

DFG di dirêjahiya raporê de ev agahî parve kir: “Rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin jî bi êrişan re rû bi rû dimînin. Gef li wan tên xwarin. Ev yek metirsiyê li ser rojnamegeran çêdike. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut li Şirnexê nûçeya “Çeteya Fihûşê” çêkiribû. Hin kesên ku nûçe wan aciz kiriye, li Zeynep Durgut geriyan û gefan lê xwarin. Ev jî berdewamiya polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Her wiha gefek bi heman rengî jî li rojnameger Alîcan Uludag hat xwarin. Uludag ji ber nûçeya ku îşkence û cînayeta li qereqola cendirmeyan çêkiribû, bi gefan re rû bi rû ma.

Di meha Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin. 24 dosyeyên darizandinê yên rojnamegeriyê hene. Zîlan Gul li Amedê rojname belav kiriye û bi boneya nûçeyek di rojnameyê de hatiye darizandin û bi awayek dijhiqûqî 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Di meha Hezîranê de derbarê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û lêpirsîna 13 rojnamegeran jî veguheriye dozê.”

DFGê hin dane parve kir û got: “RTUKê zext û gefên xwe yên li ser çapemeniya muxalîf, meha Hezîranê jî berdewam kir. RTUKê 10 rojan cezayê sekinandina weşanê li HALK TVyê birî. Li 5 weşanan cezayê pere yê îdarî hat birîn û bi biryara dadgehê jî biryara qedexekirinê danîn ser 8 weşanan. Dîsa di meha Hezîranê de malperek înternetê hat girtin û xwegihandina 3 nûçeyan jî hat astengkirin. BTKê xwegihandina 117 naverokên medya dîjîtal û hesabên Xê (twitter) yên rojnamegeran asteng kir. Di vê mehê de bi hinceta “em xwe biçûk dikin” dawî li karê 16 kedkarên çapemeniyê hat anîn. Li ser mafên civakî yên rojnamegeran jî êriş pêk hatin. Pereyê 158 xebatkarên ku li KRT TV dixebitîn nehat dayîn. Xebatkarên KRTê ji ber newergirtina meaşên xwe çalakî dabûn destpêkirin û di roja 22yemîn a çalakiyê de di daxwaz û çalakiya xwe de bi ser ketin û dawî li çalakiya xwe anîn.”

DFGê herî dawî bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û got: “Êriş û zextên li ser çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê her roja ku diçe zêdetir dibin. Li dijî van êrişan em girîngiyê didin têkoşîna hevpar û em ê têkoşîna heqîqetê berdewam bikin. Em ê li dijî van pêkanînên antî-demokratîk ên li ser çapemeniyê her parastina rojnamegeriyê bikin. Her wiha em ê di avakirina civaka demokratîk de bi rola xwe ya pêşeng rabin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

20 TEBAX 2025
Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

20 TEBAX 2025
Gulîstan Kiliç Koçyigit: Birêz Ocalan astengî ji holê rakir

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Birêz Ocalan astengî ji holê rakir

20 TEBAX 2025
Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

20 TEBAX 2025
Li dijî tundiyê belavok belav kirin

Li dijî tundiyê belavok belav kirin

20 TEBAX 2025
Di mehekê de 38 caran agirbesta li Siwêydayê binpê kirin

Di mehekê de 38 caran agirbesta li Siwêydayê binpê kirin

20 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (298)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne