• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

5 rojnameger hatin darizandin

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÎLON 2025 - 11:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Danişîna doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat bi daxwaza “temamkirina xisûsên di dosyayê de” hate taloqkirin. Rojnameger Ahmet Guneş jî ji doza xwe beraet kir. Biryara qedexekirina derve ya Rojnameger Abdurrahman Gok jî nehat rakirin.

Li Amed û Stenbolê 5 rojnameger hatin darizandin. Li Amedê danişîna doza Rojnameger Abdurrahman Gok û li Stenbolê jî danişîna Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Erdogan Alayumat û Ahmet Guneş pêk hat.

Danişîna 4emîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzer Şukru Alpsoy, Habat Demîrcan û ji Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Hazal Surmelî di danişînê de amade bûn. Parêzerên rojnamegeran, xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.

Dadgehê, biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re muzekere were nivîsandin û aqûbeta dosyayên der heqê Alayumat û Aslan de bê zelalkirin. Danişîn, taloqî 20’ê Mijdarê hate kirin.

Rojnameger Ahmet Guneş beraet kir

Danişîna 2yemîn a doza rojnameger Ahmet Guneş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Guneş û parêzera wî di danişînê de amade bûn. Guneş, diyar kir ku ew rojnamegere û ev tişt anî ziman: “Ji ber pîşeya xwe hatim girtin û têm darizandin. Rojnamegerî sûc nîne, daxwaza beraeta xwe dikim.”

Parêzera Guneş, Meltem Ozel jî diyar kir ku miwekîlê wê rojnamegere û xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan. Meltem Ozelê daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir. Dadgehê, ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê da.

Biryara qedexeya dervê welat a Abdurrahman Gok ranekirin

Danişîna 8emîn a doza rojnameger Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Abdurrahman Gok û parêzerên wî Resûl Tamur û Mehmet Emîn Aktar di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) û hinek rojnamegeran jî danişîn şopandin.

Abdurrahman Gok, diyar kir ku ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat di cîbicîkirina pîşeya xwe de zehmetiyan dikişîne û got: “Carnan difikirim û dibêjim heke di girtîgehê de bûma dê baştir bûya. Qet nebûya dê min bigota ez di nava çar dîwaran de me. Hem li derve me û hem jî nikarim karê xwe bikim. Ev rewş rewşekî zehmet e.” Gok, xwest biryara qedexeyê were betalkirin.

Parêzer Tamur û Aktar jî daxwazên bi heman rengî kirin. Dozger jî mutalaaya xwe da û xwest heman tevdîra kontrola edlî bidome.

Abdurrahman Gok, got: “Beriya niha heta danişîna biryarê tev li danişînan bûm. Piştre doz hate vekirin û tev li hemû danişînên wê jî bûm. Ez li vir ji dayik bûm, li vir mezin bûm û karê xwe li vir dikim. Dixwazim biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin.”

Taloq kirin

Dadgehê, biryar da ku aqûbeta lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye vekirin were pirsîn. Daxwaza rakirina biryara qedexeya derketina derveyî welat hate redkirin û dadgehê danişîn taloqî 25’ê Mijdarê kir.

Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû piştî danişînê axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku êdî zext li rojnamegerê hem li welat hem jî ji derveyî welat di şertên zehmet de agahî bi raya giştî re parve kirî û piştî kişandina dîmenên Kemal Kurt bi taybet hedef hatiye girtin, neyên kirin.”

 

Etîket: Abdurrahman GokAhmet GuneşEsra Solin dalRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

16 ADAR 2026
Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026
Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

22 SIBAT 2026
ROJIN bang li medyaya navnetewî kir: Li dijî sûcên şer bêdeng nemînin

ROJIN bang li medyaya navnetewî kir: Li dijî sûcên şer bêdeng nemînin

30 ÇILE 2026
Rojnamevan Zîlan Gul û 13 kes hatin berdan

Rojnamevan Zîlan Gul û 13 kes hatin berdan

29 ÇILE 2026
Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

Ragihandina Kurd provakasyona kanalên Erebî şermezar kirin

28 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1086)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne