Rojnamegerên ku li Nisêbînê di çalakiya ji bo piştgiriya Rojava de ji hêla polîsan ve hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li Nisêbînê 21ê Çileyê piştî çalakiya ji bo piştevaniya Rojava, polîs êrişî girseyê kiribû û 6 rojnameger hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegeran Bariş Demîrcan di heman rojê de hatibû berdan lê Hevseroka Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Heval Onkol, nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya û rojnameger Ferhat Akinci, Muhammed Alî Yilmaz ev du rojin bûn di binçavan de bûn.
Her 5 rojnameger piştî şevê din li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê hate girtin îro birin Edliyeya Nisêbînê û derxistin pêşberî dozger.
Rojnameger Onel, Onkol, Çetînkaya, Akinci û Yilmaz piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan.













