Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî depoyên genim kir û 500 ton genim zerar dît. Gulisatan Şêx Ehmed diyar kir ku di êrişa Tirkiyeyê de 500 ton genim zerar dîtiye.
Tirkiyeyê di 29ê sibatê de bi balafirên şer û yên bê mirov êrişî bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê kir. Tirkiye bi balafirên SÎHA ambarên genim kirin hedef. Di encama de 500 ton genim zerar dît.Der barê êrîşê de Hevseroka Komîteya Aş û Depoyan a Kantona Firatê Gulistan Şêx Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Gulistan Şêx Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk cihê xizmetguzarî hedef dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker di sê mehên dawiyê de depoyê me yê genim yên li bajarê Sirînê hedef digire, ev ne cara yekemîne ku depoyê genim yê li Sirînê dike hedef gelek caran derdora cihê depoyê genim dike hedef.”
500 genim zerar dît
Gulistan da zanîn ku di êrişa li ser depoya genim ên li bajarê Sirînê de 500 ton genim zerar dîtiye û got: “Dewleta Tirk bi balafiran cihê av, kehrebe, cihê sotemenî û xizmetguzarî hedef digire. Dewleta Tirk dixwaze gelê me li ser axa xwe bibe penaber ji ber vê her tim cihên xizmengûzariyê dike hedef.”