• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    Li Zanîngehê Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    CPT: Di êrişa ser Kampa Sûrdaş de 3 kes birîndar bûn

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Bernd Ruprecht peyama sersaxiyê weşand

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    Bi dronan êrişî Silêmaniyê û Hewlêrê hatin kirin

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    800 malbatên din gihîştin Efrînê

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

    DEM Partî têkildarî êrişa li ser lîseyê daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

Navenda Nûçeyan/ AW

28 SIBAT 2026 - 15:48
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Çapemeniya cîhanê peyama Rêberê Gelû Kurd Abdullah Ocalan a bi boneya 27ê Şubatê bi awayekî berfireh şopand û bi nûçe, analîz û şîroveyên nêzîk hev dan. Piraniya weşanan li ser pêdiviya reformên qanûnî, pêvajoya aştiyê û rola parlamentoya Tirkiyeyê rawestiyan. Di nûçe û analîzan de hate ragihandin ku banga Abdullah Ocalan dê di demên pêş de rêya pêvajoya siyasî diyar bike.

Peyama 27ê Şubatê ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de bi sernav û şîroveya cuda hate ragihandin. Gelek ajans û rojnameyên cîhanê bang wekî pêşveçûneke girîng a di çarçoveya nîqaşên aştiyê û reformên qanûnî yên li Tirkiyeyê de nirxandin.

Reuters: Pêdiviya rêzik qanûnan tê xwestin

Ajansa Reutersê nûçeyek bi sernavê, “Serokê PKKê yê di zindanê de dibêje ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê pêdiviya derxistina rêzikên qanûnan heye” ji aboneyên xwe re serwês kir. Di naveroka nûçeyê de hat diyarkirin ku Ocalan ji bo derbasbûna ber bi entegrasyona demokratîk ve girîngiya reformên qanûnî destnîşan kiriye.

El Araby îşaret bi bandora Abdullah Ocalan kir

El Arabiya nûçeyek di heman çarçoveyê de weşan û peyamên Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan jî parve kirin. Di nûçeyê de hate gotin ku her du siyasetmedaran bang kirin ku ji bo reformên qanûnî gavên pratîk werin avêtin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku ligel Abdullah Ocalan di zindanê de ye jî hê jî bandorek girîng li ser PKKê heye.

The Hindu: Banga reforman

Rojnameya Hindistanê The Hindu nûçeyek bi sernavê ku reformên qanûnî ji bo pêvajoya aştiyê pêwîstin in weşand. Di şîroveya rojnameyê de hate diyarkirin ku bang, dikare wek piştgirîya nexşeya rê ya ku ji aliyê komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin, were dîtin.

Asharq Al Awsat: Bang rê li ber pêvajoyê vedike

Rojnameya Asharq Al Awsat bang wekî pêşniyara ku rê li ber reformên qanûnî vedike nirxand û got ku peyam dikare wek alîkariyek ji bo pêşxistina pêvajoya siyasî were şîrovekirin.

The Washington Post: Bang li parlamentoya Tirkiyeyê kir

The Washington Post nûçe bi sernavê, “Abdullah Ocalan bang li parlamentoya Tirkiyeyê kir ku rêzik qanûnên nû werin derxistin” weşand û bal kişand ser rola parlamentoyê di pêşxistina pêvajoya siyasî de.

Associated Press: Banga aştiyê

Associated Press (AP) di nûçeya xwe de got ku bang salek piştî gazîkirina berê ya ji bo berdana çekan hatiye kirin. Ajansê destnîşan kir ku peyam di demeka Komîsyona Meclisê rapor weşandî û banga vegera endamên PKKê kirî de hat.

AFP: Destpêka qonaxeke siyasî ya nû

Ajansa AFPê jî nûçeyek bi sernavê, “ji Serokê PKKê yê di zindanê de, banga destpêka qonaxa siyasî ya nû” weşand û bang wek nîşana guherîna atmosfera siyasî nirxand.

BBC: Çavdêrên navneteweyî bi baldarî dişopînin

BBC di ragihandina xwe de bal kişand ser ku bangê nîqaşên nû li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ji nû ve zindî kir û got ku çavdêrên navneteweyî vê pêşveçûnê bi baldarî dişopînin.

Al Jazeera: Firsend an jî ceribandinek nû?

Al Jazeera jî bang wekî gavek ku dikare deriyê nîqaşên nû veke nirxand û got ku encamên rast dê bi gavên pratîk ên siyasî û qanûnî bêne diyarkirin.

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanBanga 27ê SibatêErdogan û BahçelîKurdistanTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

14 NÎSAN 2026
Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

14 NÎSAN 2026
Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

14 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

14 NÎSAN 2026
Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

14 NÎSAN 2026
Koma Sêyemîn a Koçberên Efrînê derket rê

Koma Sêyemîn a Koçberên Efrînê derket rê

14 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Mbaye Dîagne peyama bi Kurdî: Em qet dev jê bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welat Çevîren: Birayê min xwe nekuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gel ji Abdullah Ocalan bawer e, divê ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (523)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne