52 baroyan zextên li ser rojnamegeran şermezar kirin û diyar kirin ku ji 22yê kanuna 2024an heta niha 15 rojnamevan hatine girtin û xwestin zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe.
52 baroyan ku di nav de baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî hene bi daxuyaniyekê hevpar zextên li ser rojnamegeran şermezar kirin. Baroyan destnîşan kirin ku ji 22yê kanûna 2024an heya niha 15 rojnamevan hatine girtin. Baroyan diyar kirin ku zexta darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e û xwestin ku dawî li van polîtîkayan bê.