6 rojnamegerên ku 3 roj berê hatibûn binçavkirin 3 rojin di nezareta polîsan de tên girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsên dewleta tirk di 17ê Çileyê de li Wan, Stenbol û Mêrsînê bi ser malan de girtin û 6 rojnameger binçav kirin. 6 rojnameger 3 rojin di nezaretê de têne girtin. Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî hêj nehatine girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Tekîn 3 roj in, di nezaretê de têne girtin.