Dadgeha Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê û du sal jî qedexeya derketina derve li çalakvana mafê mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî birî.
Parêzera çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Liqa Yek ya Dadgeha Şoreş ya Meşhed bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propaganda dijî rejîmê’ sal û nîv cezayê girtîgehê birî. Her wiha dadgehê 2 sal qedexeya derneketina derve jî da.
Hevjînê Nêrgiz Mihemedî Teqî Rehman biryara rejîma Îranê ‘bêrehm’ pênase kir û got: “Ev ceza tenê sedem ew e ku tev li merasîma veşartin û dayîna daxuyaniyekê bûye, ye.”
Hêjayî gotinê ye di 12ê kanûna 2025an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.
Nêrigiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Sala borî ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.













