• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di nav şer de kaosa hevdîtinê: Trump çi dibêje, Netanyahû çi dike, Îran çi bersiv dide

Navenda Nûçeyan / AW

24 ADAR 2026 - 11:27
Kategorî: ANALÎZ, ROJANE
A A
Serokê Amerîkayê Trump duh di ser hesabê xwe de aşkera kir ku Amerîka û Îran danûstandinên ‘baş’ pêk anîn û Îran dixwaze şer bidawî bibe. Lê Tehranê êrîşên nû yên moşekî li dijî Îsraîlê pêk anîn û Îsraîlê daxuyand ku dê êrişên wan berdewam bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hefteya çaremîn ya şerê bi Îranê re de diyar kir ku 5 roj êrişên li dijî binesazî û enerjiyê ya Îranê rawestandine û wiha got: di hevditinan de ihtîmala geşbîniyekê heye. Dibe ku di nêzîk de bikaribin operasyonên xwe bi dawî bikin.” Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî daxuyaniyek li ser hesaba xwe ya dijîtalê belav kir û daxuyand ku li ser mijara rawestandina êrişan bi Trump re hevdîtinek kirine. Netanyahû anî ziman ku di encama lêdanên wan de pişta Îranê şikandine û Trump difikire di vê rewşê de encamek erênî bigire.

Trump dixwaze nakokî biafirîne

Di daxuyaniya Netanyahû de fikra 5 rojan rawestandina êrişan wekî fikir û daxwaza Trump hate pênasekirin. Netanyahû nêrîna Îsraîlê ya di vî warî de jî bi zelalî venegot. Ev yek wekî, “Trump dixwaze hewildanekê pêk bîne lê Îsraîl alîgirê vê yekê nebe jî naxwaze bi Trump re bê hember hev” hate nirxandin. Daxuyaniyên Trump ên bi nakok bû sedema nîqaşên nû. Trump bi zelalî ne got ka bi kî re hevdîtinan pêk tîne. Bi gotina, “Em bi kesekê re hevdîtinê pêk tînin. Ev ne Mûctaba Xamaney e. Ayetûllahek mezin e na jî yê lû du wan tê ye” serî tev li hev kirin. Ev yek jî wekî ku Trump dixwaze di nav rayedarên Îranê de nakokiyê çê bike hate nirxandin.

Îranê hevdîtin red kirin

Rayedarên Îranê li ser hev daxuyanî dan û hevdîtinên bi DYAyê re red kirin. Her wiha Serokwezîrê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Trump dixwaze dem bi dest bixe û peyama îstîkrarê bide piyaseyên navneteweyî. Pezeşkiyan daxuyaniyên Trump wekî manîpûlasyonê nirxandin. Lê di heman demê de çavkaniyên pêbawer ên navneteweyî ragihandin ku hevdîtnek li Pakistanê pêk bê, hatine plankirin.

Netenyahû: Min û Trump ji bo peymaneke pêkan ya bi Îranê re gotubêj kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wî di dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Îran û Libnanê berdewam dikirin de li ser peymaneke muhtemel ya bi Îranê re bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotûbêj kiriye. Netanyahu diyar kir ku wî îro di saetên sibê de bi hevalê xwe Trump re axiviye û wiha got: “Trump ji bo pêkanîna peymaneke baş derfetek dibîne ku dest bi hevdîtinên wisa dike.” Netanyahu destnîşan dike ku Îsraîlê hêza moşekî û nukleerî yên Îranê pûç kiriye û du zanyarên nukleerê jî kuştine.

Axîos: Berpirsên Amerîka û Îranê dê li Pakistanê bicivin

Trump diyar kir ku rêveberiya wî bi “berpirsekî payebilind” yê Îranê re di têkiliyê de ye û hişyarî da ku eger danûstandin di nav pênc rojan de bi ser nekevin, dê bi her awayî bombebarankirina binesazî û çavkaniyên enerjiyê yên Îranê bidomînin. Malpera Axios a Amerîkayê li ser navê perpisekî Îsraîlî îdia dike ku muxatabê hevdîtinê Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Beger Elqelîbaf e û dê berpirsên Amerîkayê li Pakistanê bi şandeyeke Îranî re bicivin.

Di êrişa Amerîka-Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) ragihand ku di êrîşeke hevbeş ya Amerîka-Îsraîlê ya li Parêzgeha Azerbêcana Rojhilat ya îro de herî kêm şeş kes hatine kuştin û neh kes jî birîndar bûne. Ajans diyar dike ku ev êrîş li dijî herêma Şehîd Mofateh ya li bakur-rojavayê Îranê ya li nêzî sînorê Ermenistan, Azerbêcan û Tirkiyeyê pêk hatiye.

Îranê Amerîka bi xapandinê tawanbar kir

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê parlamenterekî payebilind yê Îranî bal kişandiye ser bûyerên berê yên hevdîtinên bi Amerîkayê re ku Amerîka di wê serdemê de dest bi operasyonên leşkerî kiriye.
Îsmaîl Kowsarî, endamê komîteya ewlehiya neteweyî ya meclîsê û generalê leşkerî got ku baweriya wan bi siyaseta Washingtonê nayê û gotina xwe wiha bidawî kir: “Ev ne cara yekem e ku ew li ser danûstandinan derewan dikin, Trump, Netanyahu ji malzaroka xwe ve derewkerin.” Kowsarî vedibêji ku mabesta Amerîka û Îsraîlê ev e ku nakokiyê di nava rêveberiya Îranê de çêkin û bêbaweriya ji bo rêvebiriya Îranê zêde bikin.

Îranê êrişa moşekî pêk anî 6 Îsraîlî birîndar bûn

Her çiqas înkarkirina hevdîtnan hebe jî baweriya giştî ew e ku di navbera Îran û DYAyê de hevdîtin jî hene. Lê televîzyona dewletê ya Îranê îro di saetên serê sibê de aşkera kir ku hêzên wan êrişeke nû ya bi moşekan li dijî Îsraîlê pêk anî. Li gorî raporeke The Times of Israel di êrîşa hewayî ya Îranê de li ser Tel Avîvê herî kêm şeş kes birîndar bûn. Di vê navberê de, Kanaala 12 ya Îrsaîlê ragihand ku polîsan diyar kiriye ku teqemeniyeke bi qasî 100 kîlo li navenda Tel Avîvê ketiye û zirareke mezin daye avahî û wesayîtan.

 

Etîket: DYAÎranÎsraîlKurdistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (788)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne