Amed – Dayîka girtî Zekî Bulut, Leyla Bulutê da zanîn ku ew piştre pê hesiyane ku kurê wê 5 roj in li dijî zilma girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: “Şert û mercên wî ji greva birçîbûnê re ne pêkan in. Eger tişt bê serê wî berpirsyar îdareya girtîgehe û Wezîrê Dadê ne.”
Zekî Bûlût ê (39) ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn ev 18 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê tê ragirtin. Ev 8 sal in jî tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Tevî ku gelek caran ji bo ku bê girtîgeha Amedê daxwazname ji Wezareta Dadê re şandiye jî tu encam negirtiye. Her wiha heta niha li gelek girtîgehên cuda maye. Herî dawî di meha Îlonê de ew sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê kirine. Hemû daxwaznameyên wî yên derbarê şert û mercên li girtigehê de ji aliyê îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê ve hatine redkirin. Gelek caran bi lêpirsînan re rû bi rû maye. Herî dawî malbatê hem ji bo veguhestina wî û hem jî ji bo şert û mercên dijwar ên girtîgehê serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER) daye lê hê jî tu encamek nehatiye girtin.
Zekî Bûlût tevî ku krîza dil derbas kiriye jî di şert û mercên wî de tu guhertin hê pêk nehatine û hat zanîn ku 5 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tevî vê yekê jî îdareya girtîgehê agahî nadeye malbata wî û daxwazên wî qebûl nekirine.
‘Zehmetî gelek in’
Dayika Zekî Bulut, Leyla Bulut anî ziman ku kurê wê di zindanê de krîza dil derbas kiriye û dema ku ew ji bo kurê xwe çûye nexweşxaneyê wê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye û wiha got: “Kurê min di sala 2008an de li Amedê hate girtin û ew birin Îzmîrê. Li wir 10 sal ma û mişextî Kocaeliyê kirin, 3 sal û nîv jî li wir ma. Paşê şandin Enqereyê û 3 sal û nîv jî li wir ma, ji wir jî sirgûnî Bûrdûrê kirin. Şert û mercên Girtîgeha Bûrdûrê gelek xirab in û li wir krîza dil derbas kir. Dema ku krîza dil derbas kir agahî nedan me, ez di hevdîtinê de pê hesiyam. Dema ku ez pê hesiyam ez ji ser hişê xwe ve çûm. Piştre ji min re gotin, me kurê te emeliyat kiriye û stent lê dane. Cihê ku lê dimînin gelek dûrî bajêr e. Tevî ku ez ketim kes nebû xwedî, êdî hevalekî hatibû serdana girtiyê xwe ew bû alîkar. Piştre ez birim dozgeriyê û paşê jî em çûn nexweşxaneyê. Ji min re gotin, kurê te li vir e. Nêzikî 20 heb gardiyan li ber derê nexweşaneyê bûn û nedihiştin ez biçim hundir. Tu agahî nedane min êdî ez çûm cem bijîjk, ji min re got rewşa wî baş e.”
‘Nahêlin ku pêdiviyên xwe yên jiyanî jî pêk bîne’
Leyla Bulut diyar kir ku ew çûye cem dozger û kaxida destûrê derxistiye û ji bijîjk re gotiye, ez dixwazim weke refaqatcî li cem kurê xwe bimînim. Leyla Bulutê da zanîn ku bijîjk jî jê re gotiye dibe û piştre jî jê re gotiye ez nanivîsim û wiha axivî: “Bijîjk ji min re got, ma tu sûcê kurê xwe nizanî? Min jî got ez sûcê wî nizanim. Piştre gotin, tu yê di korîdorê de wî bibînî. Em bi malbatî çûbûn cem wî bi tenê li ser sedyeyê min ew dît. Di wan şert û mercan de bi tenê destûra dîtina saetekî dan min. Piştî ku em zivirin, wî dibin bodromeke sar û destê wî jî kelepçe dikin. Li wir nahêlin ku pêdiviyên xwe yên jiyanî jî pêk bîne. Piştre parêzer û parlementer mudaxele kirin, êdî bijîjk li me geriya, ji min re got, were ez ê te refaqatcî binivîsim. Saetekî piştî wî kurê min tabûrcî kirin.”

‘Îro 5 rojên wî ye ketiye gireva birçîbûnê’
Leyla Bulut bal kişand ser hincetên Wezîrê Dadê yên ku ji daxwaznameyên girtiyan re nabin bersiv û ev tişt got: “Dema ku em çûn nexweşxaneyê hemû zarokên me li wir bûn. Kes negirtin salona hevdîtinê. Gotin, heta destûra dozger tune be, em nikarin kesî bigirin. Piştî ku em derketin min ji midûrê girtîgehê re got, ez dixwazim hûn van pêkanînan li ser kurê min rakin. Cihê ku lê dimîne, ne têla wî ya cilan, ne kevçî, ne firaq, ne pirtûk û ne jî çarşeva wî ya li ser cihên wî danê. Betaniya wî jî jê stendibûn û sê rojan wisa ser vekirî raketibû. Xwarina ku didin wan jî dibêjin nayê xwarin. Ew xwarina ku didin wî zarokek jî pê têr naxwe. Dema ku xwarinê didin wî gotinên nexweş û heqaretê li wî dikin. Rojê 10 dermanan bi kar tîne. Divê êdî vê tundiyê li ser girtiyan rakin. Kurê min dibêje bila êdî min ji vir sewq bikin. Gelek caran daxwazname nivîsandiye û şandiye ji Wezareta Dadê re lê daxwazên wî tên paşguhkirin. Îro 5ê wî ye ku ketiye gireva birçîbûnê. Ez dixwazin ev tundî û neheqî li ser hemû girtiyan rabe, êdî bes e, em dayik nikarin vê êşê bikşînin. Ma kîjan girtiyên siyasî cezayê wan ê dîsîplînê tune ye? Bi tenê cazayê dîsîplînê dikin hincet. Li wê girtîgehê di nava 6 mehan de 4 kesan krîza dil derbas kiriye.”








