• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’  NÛÇEYA LEZGÎN

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’  NÛÇEYA LEZGÎN

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

Navenda Nûçeyan / AW

10 SIBAT 2026 - 12:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Projeya Kembera Ereb ku bi armanca tunekirin gelê Kurd û Erebkirina Rojavayê Kurdistanê hate meşandin, li têkoşîna gelê Kurd qelibî. Ligel hemû polîtîkayên îmha û înkarê 64 sal piştre Kembera Ereb li ber sekeratê, gelê Kurd jî li ser piyan e û rojeva cîhanê ye.

Rojavayê Kurdistanê ku wekî perçeyên din ên Kurdistanê bi polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû maye, îro rojeva sereke ya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Bêguman hatina vê astê hêsan nebû. Ji bo gelê Kurd dengê xwe bigihîne cîhan û mirovahiyê li hemberî berdelên giran têkoşînek bêhempa û kdestanî da. Ligel hemû polîtîkayên tevkujî, îmha û înkarê jî bi têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe parast û li ser piyan ma. Bi têkoşînê hebûna xwe hem bi netew dewletên herêmê û hem jî bi pergala navneteweyî da qebûlkirin. Polîtîkayek bi têkoşînê hatiye têkbirin jî projeya Kembera Ereban ye. Projeya 64 sal berê bi navê ‘Al-Hizam Al Arabî’ hatî amadekirin çewa derket holê, çi rêbaz hatin bikaranîn û çi encam da îro di rojevê de ye.

Armanca sereke tunekirina Kurdan bû

Hikumeta Baasê ya Sûriyê ji bo guherandina demografya Rojavayê Kurdistanê ev proje wekî polîtîkayek dem dirêj amade kir. Armanca sereke ew bu ku rêjeya nifûsa Kurdan kêm bike û nifûsa Ereban li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên nêzîk Bakur û Başûr zêde bike. Bi vê yekê xwest têkiliya Kurdên li Bakur-Başûr û Rojavayê Kurdistanê qut bike, gelê Kurd bi riya koçberkirin û asîmîlekirinê ji holê rake.

Kurd wekî talûke tên pênasekirin

Projeya Kembera Ereb bi jimartina taybet a ji hêla rejîma Baasê ve di sala 1962yan li wilayeta Hesekê pêk hatî de dest pê kir. Di encama jimartinê de derket holê ku ji sedî 80ê nifûsa Hesekê ji Kurdan pêk tê. Rejîmê ev yek ji xwe re wekî talûkeyekê pênase kir û xwest ku dengeya nifûsê biguherîne. Li ser vê yekê rayedarek ewlehiyê yê rejîma Baasê yê bi navê Muhammed Talîb Hîlal planek amade kir.

Navê paqijiyê li projeya tevkujiyê kirin

Hîlal salek piştî jimartinê di sala 1963yan de dest bi çêkirina planekê dike. Di planê rêjeya nifûsa Kurdan a li wilayeta Hesekê wekî talûke tê pênasekirin. Ji bo Kurdên ku wekî talûke hatine pênasekirin ji holê bên rakirin jî pêşiyê ‘Kembera Paqijiyê’ tê pêşnikarkirin. Li gorî vê planê divê Kurd ji ser axa xwe bên koçberkirin û li şûna wan Ereb bên bicihkirin. Hilal bi armanca pêkanîna planê jî 12 xalan tespît û pêşniyar dike.

Nasnameya 150 hezar Kurdî hate betalkirin

Plana Hîlal ji hêla rejîma Baasê ve hate erêkirin û wekî gava yekemîn nasnameya nêzî 150 hezar Kurd mîna ‘ecnabî-biyanî’ hatin ravekirin û hemû mafên wan hatin betalkirin. Bi vî awayî mafê xwedîbûna mal, milk, cih û war a Kurdan ji dest hate girtin. Di şevekê de 150 hezar Kurd li ser axa xwe ketin rewşa kesên bêmal û bêax. Bi vê biryarê Kurd bi darê zorê ji malên wan hatin derxistin.

Hafiz Esad plan xiste meriyetê

Ji ber gengaşiyên siyasî plana Hîlal çend salan dereng mabe jî Hafiz Esad di sala 1970yan de xiste meriyetê. Esad dixwest bi yek gavê hem ticaretê bike û hem jî tevkujiyê pêk bîne. Pêşiyê Erebên dê li Rojavayê Kurdistanê bicih bike, amade kirin. Ji bo vê jî malbatên Ereb ên di encama çêkirina Bendava Tebqa û Gola Esed ên li Reqa û Helebê de bêmal mayîn wekî şansekê hatin dîtin. Di sala 1974an de bi Biryarnameya bi Hejmara 521an 4 hezar malbatên gundên wan di bin avê de mayîn li Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Ji Dêrikê heta Serêkaniyê xembera tevkujiyê

Kemberek 280 kîlometre dirêj û di navbera 10-15 kîlometreyan de fireh li ser sînorê Bakur-Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kişandin. Ji Dêrikê heta Serêkaniyê gundên Kurdan hatin desteserkirin û radestî Ereban hate kirin. Ji bo peçavtina bernameya komkujiyê rejîma Hafiz Esad bi hinceta, ‘Reforma Çandiniyê’ dest danî ser axa Kurdan.

Ji bo zêdetirîn nifûsê gundên nû avakirin

Lê tenê destdanîna ser axa Kurdan têra rejîma Baasê nekir. Ji ber ku diviya hejmara Ereban ji ya Kurdan zêdetir bibûya û ji bo vê jî zêdetir pêwistî bi anîna Ereban hebû. Di vê çarçoveyê de di navbera wargehên Kurdan de 40 gundên nû hatin avakirin. Ji bo Ereb xwe li vir bigirin li van gund û bajarokan dibistan, binkeyên tenduristiyê, rê û derfetên cuda hatin pêşkêşkirin. Her wiha ji bo Kurd koçî bajarên mezin ên wekî Şam, Heleb, Hama û derveyî Sûriyê bibin, zordariyên li ser Kurdan hatin zêdekirin û ji hemû xizmetan bêpar hatin hiştin.

Navên gundan hatin guherandin

Wekî li perçeyên din ên Kurdistanê pêk hatî, li Rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya projeyê de navê bi sedan gund, bajarok, navçe û bajarên Kurdan hatin guherandin. Li şûna navê Kurdî navê Erebî hatin danîn. Li Serêkaniyê Resûlayn, li Girê Spî Tilebyad, li Kobaniyê Ayn el Ereb, li Dêrikê Malîkiye kirin. Armanca ne tenê tevkujiya fîzîkî bû, di heman demê de tevkujiya çandî, dîrokî û civakî jî pêk dianîn.

Sê armancên sereke

Rejîma Baasê bi Kembera Paqijiyê/Kembera Ereb dixwest xwe bigihîne sê armancên sereke. Yek, xwest nifûsa Kurdan kêm bike û li Rojavayê Kurdistanê bixe asta kêmaran. Didû, xwestin Kurdên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev veqetînin, têkiliya yekparebûna hestên neteweyî ji holê rakin. Sisê, xwestin Kurdan bêax, mal û kar bihêlin û neçarî koçberiya ber bi Şam, Heleb û derveyî Sûriyê bikin.

Êşên mezin bi Kurdan dan kişandin

Di encama pêkanîna projeyê de êşên mezin bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê dan kişandin. Erdnîgariya Kurdistanê heta astekê di aliyê demografîk de peçe kirin. Bi gengaşiyên di navbera Kurd û Ereban de zordariya li ser Kurdan zêde kirin. Bi projeyê xwestin hebûna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê heta hetayê tune bikin.

Têkoşînê destûr neda tevkujiyê

Ligel hemû zordarî, komkujî û polîtîkayên îmha û înkarê jî gelê Kurd ne dest ji erdnîgarî ne jî dest ji nasname, çand û zimanê xwe berda. Li hemberî van polîtîkayan têkoşîna azadî, nasname, çand û niştimanî di nav hev de honan. Êşên mezin kişandin lê destûr neda ku dagirker bi tawanên li dijî mirovahiyê bigihin armancên xwe. Di encama têkoşînê de rejîma Esad têk çû û gelê Kurd rêxistinbûna xwe derxist asta parastina hebûnê.

Gelê Kurd mafên xwe bi keda xwe digire

Li gorî biryarnameya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Peymana 29ê Çile ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate îmzekirin, divê demildest mafên Kurdan ên 64 sal berê hatine dizîn, paşve bên dayîn. Her çiqas hêj di pratîkê de gav nehatibe avêtin jî têkoşîna gelê Kurd sûcê mirovahiyê yê ji hêla rejîma Sûriyê ya berê ve hatiye kirin bi rejîma nû da qebûlkirin. Ev tê wateya ku gelê Kurd bi bedelên giran be jî mafên xwe bi keda xwe paşve digire.

Dagirkerî dê bi dawî bibe

Ligel peyman û lihevkirinan jî dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî didome. li gorî peymanê divê dewleta Tirk dawî li dagirkeriyê bîne û gelê Kurd vegere ser axa xwe. Her çiqas niyetek rejîma Sûriyê ya nû û Tirkiyê wiha nebe jî têkoşîna projeya 64 sal berî niha vala derxist dê nasnameya Kurdistanî ya bajarên hatine dagirkirin jî biparêze.

 

 

 

 

Etîket: Kembera ErebPeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojavaRojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

16 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

27 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’ NÛÇEYA LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî dikare were avakirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (544)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne