Şaredariyê Farqînê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de şahiyek li dar xist. Hevşaredaran di şahiyê de bal kişandin ser girîngiya ziman.
Şaredariya Farqînê ya Navçeya Amedê di çarçoveya pîrozbahiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de şahiyek li dar xist. Şahî ango çalakî li Parka Rindêxan hate lidarxistin û gelek welatî tev li şahiyê bûn. Hevşaredarên Farqînê Kadrî Esen û Sevîm Biçîcî, rêveberên DBPê û DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl jî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de Koroya Zarokan a Şaredariya Farqînê û koma erbaneyê derket ser dikê û stranan gotin. Koroya Zarokan stran gotin û beşdaran li wan vegerand. Dîmenên xweşik û rengîn derketin holê.

Hevşaredarên Farqînê di şahiyê de axivîn û diyar kirin ku zimanê zikmakî tenê ne zimanê ragihandinê ye û gotin: “Zimanê zikmakî bîr, bawerî, dewlemendî û nasname ye. Divê em bi her awayî zimanê xwe biparêzin û siberoja zimanê xwe ronî bikin. Em ê bi girîngî xebatên xwe bi zimanê xwe bidomînin.”













