Êlih – Endamê OHDê Velî Ûgûrlû destnîşan kir ku divê dewlet biryara DMMEyê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih bîne û got: “Divê ev biryar ji bo birêz Ocalan zûtir bihata dayîn. Ev maf ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo “Mafê Haviyê” serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan, dîsa jî tu emcamek jê dernekete. Piştî serlêdan hate kirin di 18ê Adara 2014an de DMMEyê biryar da û xwestin ku dewleta Tirk “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên ku cezayê giran li wan hatiye birînê bi cîh bîne. Piştî ku dewleta Tirk ev biryar pêk neanî DMMEyê wê mehkûm kir. Lê tevî di ser biryarê re 12 sal derbas bûye jî dewleta Tirk ev biryare bi cih neanî ye. Her wiha zêdetirî saleke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye destpêkirin û Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî jî di vê pêvajoyê de gotibû divê “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bicihanîn. Lê heta niha hê jî derbarê ve yekê de tu gav nehatine avêtin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Êlihê parêzer Velî Ûgûrlû derbarê “Mafê Hêviyê” de ji ajansa me re axivî.

Velî Ûgûrlû bal kişand ser rewşa bicihanîna “Mafê Hêviyê” û ev tişt gotin: “Yekemîn divê ew kes bikaribe bêje, ez ê rojekê ji girtîgehê derkevim û ew hêvî her tim pê re hebe. Ya duyemîn jî ew kes bikaribe bêje ez ê heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de nemînim. Em dikarin ‘mafê hêviyê’ bi vî awayî bidin pênasekirin. Ya ku herî zêde di raya giştî de populer e, derbarê ‘mafê hêviyê’ de biryara li ser Vîntire û li Îngilîstanê ye, Vîntir bixwe jî hemwelatiyek Îngilîstanê ye. Ew sûcek dike û cezayê wî teqez dibe. Piştî ku cezayê wî teqez dibe parêzerê wî serî li DMMEyê dide. Dadgeh di doza Vîntir de cara yekemîn qala ‘mafê hêviyê’ dike. Dadgeh jî di vê biryarê de dibêje, kesek piştî ku cezayê muebeda giran stend û di cezayê wî de kêmkirin tune be, ew ceza heta dawiya jiyana wî dikare bê înfazkirin. Ev jî hinek mafê wî yê sereke binpê dike. Ew kes piştî ku van cezayan stend û di cezayê wî de kêmkirin tune be, divê ew dewletên alîgirên hevpeymana DMMEyê di hiqûqa xwe de pergalek ava bike. Û divê piştî 25 salan bê tehliyekirin. Kesekî ku tu carî hêviya wî ya ku ji girtîgehê derkeve tune be, mirov nikare wan kesana mehkûm bike.”
‘Ev maf ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye’
Velî Ûgûrlû bi bîr xist ku DMMEyê di sala 2014an de derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî biryar daye û got ku DMMEyê ji bo ji bo pêkhatina vî mafî dewleta Tirk hişyar kiriye. Velî Ûgûrlû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê ji bo birêz Ocalan ev biryar zûtir bihata dayîn. Ev maf ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye. Tu kes û tu dewlet nikare vî mafî bike şertekî pêvajoyê. Li ser bangawaziya birêz Ocalan zêdetirî saleke pêvajoyek tê meşandin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelek kevnar e. Sed sal in li Kurdistanê gelek êş û jan hatine jiyîn. Birêz Ocalan jî dixwaze bi awayekî mayînde vê pirsgirêkê çareser bike. Lê ‘mafê hêviyê’ ne şertê pêvajoyê ye, mafekî hiqûqî ye. Birêz Ocalan di sala 1999an de bi operasyoneke navneteweyî hate girtin û 27 sal in li Girava Îmraliyê dîl tê girtin. Dema ku ‘mafê hêviyê’ bikeve meriyetê divê dewlet bi awayekî periyodîk vê rewşê di ber çavan re derbas bike. Lê ji bo vê yekê jî niha li pêşiya zagonên Tirkiyeyê astengî hene û divê dewlet rojek zûtir gavan biavêje. Lê êdî ew maf hatiye wê astê ku eleqe bi pêvajoya heyî jî heye. Mirov dikare li ser du zagonan bisekine. Yek jê hejmara 3713an a zagona bi navê ‘têkoşîna dij terorê’ ye. Kesên ku ji siyasî tên darizandin di cezayê wan de kêm kirin nayê bicihanîn. Divê teqez ev zagon bê guhertin. Her wiha cezayê înfazê jî divê bê guhertin ew jî hejmara wî 5275an û zagona bi navê ‘tedbîrên dermafê ceza û ewlehiyê’ ye divê ev jî bê guhertin.”
‘Mafê hêviyê di esasê xwe de ji hiqûqê tê’
Velî Ûgûrlû da zanîn ku armanca Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku sedemên pirsgirêka Kurd ên heyî bêne fêmkirin û wiha pêde çû: “Lê komîsyona Meclisê bi awayekî zû û hema bi ser ve hin hevdîtin kirin. Piştî vê yekê jî rapor amade kirin. Dema ku em li naveroka raporê dinêrin di esasê xwe de pirsgirêkên civakê nehatine nîşandan. Her wiha çareseriyên pirsgirêka civakê jî nehatine nîşandan. Rapor bi her awayî kêm e. Ji daxwazên hêviyên civakê re nabin bersiv. Bi taybetî ji bo neteweya Kurd daxwazên me yên sereke hene. Divê teqez ev daxwaz bên bicihanîn. Bi vî awayî jî dê pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê bê vekirin. Mafê hêviyê di esasê xwe de ji hiqûqê tê. Yanî hiqûq vî mafî derdixe holê. Hevpeymanek heye û gelek dewlet alîgirên vê hevpeymana DMMEyê ne û hemûyan bi hev re îmze kirin e. Dema ku DMME biryarek dide divê hemû dadgehên girêdayê wê li gor wê tevbigerin û dewleta Tirk jî yek ji dewletên girêdayî vê hevpeymanê ye, divê ew jî li gorî vê yekê tevbigere.”
‘Em nikarin ‘mafê hêviyê’ bi pêvajoyê ve girêbidin’
Di dawiya axaftina xwe de Velî Ûgûrlû ev tişt anî ziman: “Wekî Gelê Kurd û weke parêzvanên mafên mirovan em nikarin ‘mafê hêviyê’ bi pêvajoyê ve girêbidin. Ango weke şertekî deynin ber civaka Kurd an jî birêz Ocalan. Ev mafê birêz Ocalan ê ku em qala wî dikin ew jî ji hiqûqê distîne. Birêz Ocalan bi awayekî demokratîk rê û rêbazên mirovî û exlaqî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Beriya ku bê girtin jî gelek caran bi awayekî bi dil û can her tim fikrên xwe bi raya giştî re parvekiriye.”












