• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Dogu: Em ê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ têbikoşin

Navenda Nûçeyan/ AW

4 ADAR 2026 - 11:19
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogu destnîşan kir ku ji bo qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibe ew ê bi dirûşma “Niha dema jinê ye” têbikoşin.”

Endama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem Dogu di bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê de axivî. Çîgdem Dogû derbarê banga dirokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, şerê li Îran û hêzên hegemon, plansaziyên li ser Rojhilata Navîn, feraseta li dijî jinan û çalakiyên 8ê Adarê nirxandinên berfireh kirin.

‘Piştî banga Rêbertiyê mudaxile pêk anîn’

Çîgdem Dogu anî ziman ku di pêvajoyeke girîng de êrişa Îranê pêk hat û got: “Beriya wê jî pêvajoyeke mudaxaleya kûr hebû ku ji aliyê hêzên derve ve hatibû destpêkirin. Ev êdî ber bi qonaxeke nû ve diçe. Mudaxaleya Îranê jî bû qonaxeke nû ya vê yekê. Li Rojhilata Navîn li ser navê gelan mudaxaleyek çênebû. Li ser navê jinan, yê bindestan, kedkaran, karker, gundiyan… li ser navê hemû mezheb û çandên bindest… di rastiyê de Rojhilata Navîn her tim bêyî van ma. Belkî piştî bi hezaran salan cara yekem e Rêbertiyê li ser navê van bangek kir. Li ser navê van mudaxaleyek pêk anî. Ev pir girîng e. Belavkirina PKKê, qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, me daxuyaniyên wiha dan û gavên wiha avêtin. Ev gavên pir dîrokî bûn. Her yek ji van vê biryardariyê nîşan da; me bi belavkirina PKKê û qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, biryardariya xwe ya ji bo pêkhatina Komara Tirkiyeyê ya demokratîk û beşdarbûna di vê komara demokratîkbûyî de nîşan da.

‘Derdorê Tirkiyeyê bi agirê şer dişewite’

Di berdewama axaftina xwe de Çîgdem Dogu bal kişand ser nirxandinên derbarê Kurdan de û wiha got: “Mînak ew derdorên ku li ser televizyonan bi erzanî diaxivin, her tim vê dibêjin: Cudaxwazî tê xwestin, dîsa parçekirin tê kirin, dîsa dewlet tê xwestin, ev tê xwestin, ew tê xwestin… yanî tiştekî ku bi rastiyê re qet eleqeya wê nîne, bi temamî berevajî stratejiyê tiştan dibêjin. Lê niha li vir neheqiyeke pir mezin heye. Rêber Apo ku xwediyê vê stratejiyê ye, nikare bi azadî biaxive. Li derdora Tirkiyeyê her der bi agirê şer dişewite. Yanî ji bo ku ev pêvajo hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bi awayekî saxlem bimeşe, divê stratejiya entegrasyona demokratîk a ku dê bibe dermanê vê pêvajoyê, rast were pêkanîn. Ji bo pêkanîna vê ya rast jî, divê Rêber Apo azad be. Îro li Kurdistanê, li Helebê pêvajoyeke şer hat jiyîn. Li Rojava… îro Kobanê di bin dorpêç û ambargoyê de ye. Li wir jî jin û zarok beşên ku herî zêde berdêl didin in. Em li Ûkraynayê binerin jî wusa ye. Li ku derê şer hebe, mînak şerê Afganistan-Pakistanê; hem di wateya qetilkirina fîzîkî de hem jî di wateya pirsgirêkên ku şer diafirîne de aborî, tenduristî, xizanî û di encamê de zêdebûna fûhûşê, koçberî jin berdêlên herî mezin didin.

Pêngava KJKê: Niha dema jinê ye

Çîgdem Dogu bi munasebeta 8ê Adarê hemû têkoşerên jin yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha pê de çû: “Bi taybetî me 8’ê Adarê wekî dîroka destpêkê diyar kir. Niha pêngava KJKê bi navê “Niha dema jinê ye” hate diyarkirin û me bi vî rengî starta wê da. Helbet jinan 8ê Adara îsal berê di qadan de nîşan dan. Çi li Bakurê Kurdistanê û çi li Rojavayê Kurdistanê, di nav jinan de pir berê dest pê kir. Ev jî girîng e. Yanî dema jinan pir kêm bû. Niha her ku têkoşîna jinê pêş dikeve, di rastiyê de jin demên xwe zêdetir dikin. Heger em li ser jinên Kurd binirxînin, mînak jinên Kurd bûne çar parçe. Ji bo misogerkirina yekîtiya neteweyî ya jinan, niha dema pêşengiya jinan e. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin pirsgirêka tundiyê dijîn, ji pirsgirêkên pergalê bigirin heta pirsgirêkên ku kapîtalîzmê anîne… mînak li dijî van pirsgirêkan “Niha dema jinê ye”, yanî em li dijî vê têkoşînê bikin.”

‘Ya ku tundiyê dimeşîne mîlîtarîzm e’

Di berfirehiya axaftina xwe de Çîgdem Dogu çavkaniya şer û mîlîtarîzmê bingeha xwe ji dijbertiya jinê digire û wiha axivî: “Ferq nake ew mêr hevser e, evîndar e, polîs e an leşker e… tundiya ku dimeşîne mîlîtarîst e. Çavkaniya xwe ji pergala dewletparêz û kapîtalîst a mêr-serdest digire. Niha pirs ev e: Em ê çawa pêşiya vê bigirin? Ev yek ji ‘milkê mêr’ dîtina jinê tê. Nexwe, jin dê çawa bibe ya xwe? Me got ‘Dema jinê ye’; berê dem ne ya jinê bû, hebûna wê ne ya wê bû. Em dikarin bi kîjan rêxistiniyan dema xwe biafirînin? Li vir ‘komûn’ pir girîng e. Me di deklerasyona xwe de jî nivîsand; me got ‘Niha dema jinê ye, niha dema avakirinê ye’. Dema em dibêjin dema avakirinê ye; jin divê rêxistinên ku wê bikin xwediyê xwe ava bike. Ev jî rêxistiniya komûnê ye.”

‘Siyaset hunera hilberandina çareyan e’

Çîgdem Dogu bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser erk û berpirsyariyên siyasetmedaran û wiha got: “Siyaset çi ye? Rêbertî dibêje ‘Siyaset hunera hilberandina çareyan e’. Ji bo jin û civakê, afirandina çareya xwe siyaseta wan e. Jin komûna xwe ava dike; li ku derê pêdiviya wê hebe, li taxê, di nav malbatê de, bi zarok û hevserê xwe re, li dibistanê, li kargehê… bi vê avakirina komûnal siyaseta xwe ava dike. Ji ber vê yekê em nikarin têkoşîna jinê bê siyaset û bê hişmendiya îdeolojîk bigirin dest. Cihê ku em lê winda dikin li ku ye? Yan em pir îdeolojîk nêzîk dibin û aliyê polîtîk nabînin, yan jî pir polîtîk nêzîk dibin û aliyê îdeolojîk rêxistin nakin.”

‘Em têkoşîna jinê bigihînin têkoşîna yekitiya neteweyî ya jinê’

Di dawiya axaftina xwe de Çigdem Dogu banga xurtkirina çalakiyên 8ê Adarê kir û wiha derbirî: “Divê demên 8ê Adarê hîn bêhtir bêne zêdekirin. Bi pêngavên komînbûnê, zanebûnê, rêxistinbûnê, çalakîbûnê re em hîn xurtir bikin, mezin bikin. Em rojên 8ê Adarê bikin rojên hîn bi wate û kûr. Lewma em girîng dibînin ku çalakiyên 8ê Adarê hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê hevdu temam û xurt bikin. Em hêvî dikin ku bibe wesîle ji vê yekê re. Em ji bo vê bang dikin. Wekî din, di danezana me de jî hebû. Hevrê Sema Yuce gotibû, ‘Ez xwe ji 8ê Adarê heta 21ê Adarê dikim pir’. Ev gotineke dîrokî û bi wate ye. Weke jinên Kurd divê em têkoşîna xwe ji 8ê Adarê heta bi Newrozê bikin weke pirek, çalakiyên xwe hîn xurt bikin. Em têkoşîna jinê bigihînin têkoşîna yekîtiya neteweyî ya jinê. Ji bo vê em têkoşînê bimeşînin. Bi vê wesîleyê 8ê Adarê li her kesî pîroz dikim. Em dibêjin ji 8ê Adarê heta Newrozê em xwe veguherînin pirekê.”

Etîket: 8ê AdareEndama Konseya Rêveber a KJKê Çîgdem DogûNiha dema jinê yeRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

11 HEZÎRAN 2026
Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

7 HEZÎRAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026
Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Şandeya Îmraliyê wê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê çû Girava Îmraliyê

24 GULAN 2026
Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

20 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (382)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne